
Li gorî rapora The Hill ê, meha borî serokê Amêrîkayê Donald Tramp li qesira Sipî serokkomarê Aadirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê qebûl kiribû da ku peymana aşîtîyê li ser korîdora Zangêzûr îmze bikin.
Di rû de, dibe ku ew wek gavek ber bi aşîtîyê ve xuya bibe, lê ji bo Îranê ew derbeke stratêjîk ya mezin raber dike.
Peyman girêdana raste-rast ya rê di navbera Adirbêcanê û enklava wê ya Naxçêvanê de pêşbînî dike, ku wê di nav Ermenîstanê re derbaz bibe û di bin serwêrî û kontrola wê de bimîne. Bi vî rengî korîdora Îranê derbaz dibe û di heman demê de hebûna demdirêj ya Dewletên Yekbûyî li Başûrê Kafkasîyayê qewîn dike.Waşîngtonê ji bo pêşxistina vê rêyê destûra 99 salî wergirt, ku jê re “Rêya Tramp” ya ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî (TRIPP) tê gotin.
Ji bo Îranê, ev tê wateya windakirina levereke girîng ya bandorê: bi dehsalan, erdnîgarî bûye ku rê dida Têhranê giranîya xwe di sîyaseta tranzîta herêmî de biparêze. Niha ew avantaj hatîye asta xwe.
Korîdor beşek ji meyleke berfirehtir e: gav bi gav, veberhênanên sîyaseta der ya Îranê hilweşîyane.
Hewlidanên ji bo piştgirîya rêjîma Beşar Esed li Sûrîyayê têk çûne.
Pozîsyona “Hêzbolah” ê li Libnanê bi giranî qelis bûye.
“Şerê 12 rojî” bi Îsrayêlê û Dewletên Yekbûyî ra lawazîyên pergala leşkerî ya Îranê eşkere kiriye.
Li himber têkçûyînên derveyî, pirsgirêkên navxweyî tenê xirabtir dibin: înflasîyon, bêçalakbûna aborî, û kêmbûna êlêktrîkê û avê nerazîbûna gel zêde dike, û pergala sîyasî ya ku li ser serdestîya rêberê gîyanî Ayatolah Elî Xamênêyî ava bûye her ku diçe qelstir xuya dike.
Di heman demê de, Tramp peymana Zangêzûrê bikar tîne da ku wêneya xwe wek “aşîtîxwazê cîhanê” û namzeteke potênsîyal ji bo xelata aşîtîyê ya Nobêlê qewîn bike. Lê ji bo Îranê, encam ji sembolê pir cidîtir in: korîdor bandora wê li ser Bekûê û Enqerê kêm dike, wê ji lîstika transîtê derdixe û xetera bêîstîqirarîya navxweyî zêde dike.







