Ermenîstan tu sedemekê nabîne ku vekirina sînorên Ermenîstanê-Tirkîyayê paş bixe:Rûbînyan

Ermenîstan tu sedemekê nabîne ku Tirkîya vekirina sînorên xwe û îzbatbûna têkilîyên dîplomatîk bi Ermenîstanê re dereng bixe.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nûnerê taybet yê Ermenîstanê ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê, cîgirê serokê meclîsa neteweyî Rûbên Rûbînyan li civîna rojnamevanan da ragîhandîye.
Rûbînyan tekez kirîye ku “Ez tu sedemekê nabînim ku Tirkîya vê mijarê dereng bixe, qet nebe ji alîyê Ermenîstanê ve pirsgirêka derengîxistinê tune. Em amade ne hema sibê sînorên me vekirî bin û têkilîyên dîplomatîk ava bikin. Bi awayê, me di demên dawî de bi Pakîstanê re têkilîyên dîplomatîk ava kirin, û ev jî bûyereke pir girîng e. Ez hêvî dikim ku em ê gaveke usa bi Tirkîyayê re bavêjin”.
Li gorî wî, heger îradeyeke sîyasî hebe, pêvajo dikare pir zû bê bicîhanîn.
Rûbînyan her wiha gotîye: “Bê guman ew îradeyek li cem me heye, û ez piştrast im ku di demek kurt de encamên mezin dikarin bên bidestxistin”.
Ewî destnîşan kirîye ku Ermenîstan pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên xwe bi Tirkîyayê re bêyî şert û merc didomîne. Me gelek caran dîyar kirîye ku pêvajo bê şert û mercan berdewam dike.
Rûbînyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ji alîyê me ve tu pêşşertên me nînin û em bawer dikin ku mimkûn e sînorê vekirî û têkilîyên dîplomatîk pir zû bên danîn. Em ê wî alî de bixebitin”.







