
Wezîreta Ermenîstanêye karên der derbarê cî û wedê civîna wezîran ya bi formata “3+3” de agahî nîne. Ev yek ji alîyê “Sputnik Armenia” ê ve li ser bingeha bersiva ku wezîreta Ermenîstanêye karên der ji bo lêpirsîna wê ya nivîskî daye, hatîye ragihandin.
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan di hevpeyvîna bi IRNA ê re gotîye ku civîna din ya bi formata “3+3” dikare li Yêrêvanê yan jî li Bekûyê pêk bê.
Wezîreta karên der ji Sputnik Armeniyayê re bersiv daye û gotîye: “Komara Ermenîstanê amadebûna xwe ji bo mazûvanîya civîna wezîran ya platforma şêwirmendîya herêmî ya “3+3″ nîşan daye. Komara Adirbêcanê jî amadebûneke wisa nîşan daye”.
Wezîreta karên der destnîşan kirîye ku divê ji bo dîyarkirina cîh û wedê civînê nîqaş bên kirin.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov di civîna çapemenîyê de bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan re ragîhandîye ku civîna wezîraye sêemîn, ya formata “3+3” li ser Başûrê Kafkasîyayê tê amadekirin, û Moskva alîgirê wê yekê ye ku du civînên din li Bekûyê û Yêrêvanê bên lidarxistin.
Bîr bînin ku Rûsyayê bi awayekî çalak piştgirî daye avakirina formata “3+3” (ji alîyekî Ermenîstan, Adirbêcan, Gurcistan û ji alîyê din ve Rûsya, Îran û Tirkîya). Gurcistan hîn beşdarî rûniştinan nabe, lê beşdarên din gelek caran dîyar kirine ku derî ji bo Tibîlîsîyê vekirî ye.
Rûniştina dawî ya platforma “3+3” bi beşdarîya Ararat Mîrzoyan cotmeha sala 2024 a li Stembolê pêk hatîye.







