H’emû nûçeSereke

Hevkarîya bi Yekîtîya Avropayê re wê bibe alîkar ku kalîteya jîyana welatîyên Ermenistanê baştir bibe: Matêvosyan

Wezîrê jîngehê Hambarsûm Matêvosyan şandeya bi serokatîya serokê dêlêgasîyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê, balyoz Vasîlîs Maragos qebûl kirîye.

Di hevdîtinê de, alîyan amadebûna xwe ji bo berdewamkirin û kûrkirina hevkarîyê di warê parastina jîngehê de, berfirehkirina wê li ser platformên sîyasî û pratîkî ji nû ve piştrast kirine.

Wezîr spasîya Yekîtîya Avropayê kirîye ji bo piştgirîya wê ya domdar ya ji bo Komara Ermenîstanê di salên borî de. Li gorî wezîr Matêvosyan, projeyên ku bi piştgirîya Yekîtîya Avropayê di warên guhêrîna avhewayê, parastina hewaya atmosfêrîk, rêveberîya çavkanîyên avê û parastina bîyolojîkî de hatine pêkanîn û berdewam dikin, beşdarîyeke girîng di pêşkeftina domdar ya Ermenîstanê de kirine.

Her wiha alîyan li ser îmkanên kûrkirina hevkarîyê di çarçoveya bernameyên veguherîna kesk, ênêrjîya nûjenkirî û berxwedana li hember avhewayê de niqaş kirine. Pêşxistina pergalên çavdêrî û rêveberîya hewaya atmosfêrîk, û her wiha girîngîya bernameyên hevbeş yên ji bo baştirkirina rewşa êkolojîk ya gola Sêvanê hatine tekez kirin.

Yek ji mijarên sereke yên civînê rêxistin û pêvajoya amadekarîyê ya konfêransa COP17 ya peymana cûre-cûryî ya bîyolojîk bûye, ku tê plankirin ku  sala 2026 a de li Ermenîstanê bê lidarxistin. Wezîr raber kirîye ku ji bo pêşxistina rojeva bingehîn ya konfêransê, baştirkirina binesazîyê, û her weha beşdarbûna beşdarên herêmî û navneteweyî, xebateke çalak dimeşe. Li gorî wezîr, konfêrans wek platformeke girîng tê hesibandin da ku pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo parastina cûre-cûryî ya bîyolojîk ya cîhanî bê raber kirin.

Hambarsûm Matêvosyan bawerî anîye ziman ku hevkarîya dualî ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê wê di salên pêş de bibe sedema encamên berbiçev, ku wê bibe alîkar ji bo parastina jîngehê û baştirkirina kalîteya jîyana welatîyên Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button