Rayedarên Ermenîstanê biryar dane ku kontrolê li ser karsazîya firotan û kirêkirina milkên nekêşbar ferz bikin

Ermenîstan pêdivî ye ku platforma dewletê biefirîne da ku hemî ragîhandinên firotana milkên nekêşbar verast bike. Ev yek ji hêla Sûrên Tovmasyan, serokê komîtêya kadastrê, di rûniştina meclîsa neteweyîye 8 ê îlonê de, di dema nîqaşkirina pakêta pêşnûmeqanûnên “Li ser çalakîyên milkên nekêşbar” û guhertinên qanûnên têkildar de hatîye gotin.
Platforma nû ya êlêktronîkî wê di bin desthilata komîtêyê de bixebite. Di heman demê de, divê hemû ragîhandinên firotanê yên ku ji sala 2027 a pê ve li ser malperên pispor têne danîn, li ser vê platformê bixweber bên kontrol kirin.
Herwiha, heger xwedîyê milkê bixwaze li ser malperekê ragîhandinekê bi cîh bike, ew ê ji wir bixweber ber bi platforma kadastra dewletê ve bê veguheztin. Û heger ew yekser ji platformê dest pê bike, wê hingê piştî kontrolkirina belgeyan wê ji wî bê xwestin ku malperên ku bi platformê ve girêdayî ne hilbijêre. Malperên ku bi platformê ve ne girêdayî ne nikarin ragîhandinan qebûl bikin.
Her wiha, emlakfiroş wê ji bo xebatê hewceyê sêrtîfîkayekê bin. Ji bo bidestxistina wê, xwendina bilind û azmûneke têstê hewce ye. Rêvebir jî wê xuya bibin, ku wê gengaz be ku ev yan ew milkê nekêşbar radestî wan bikin. Ew ê mecbûr bin ku rewşa apartmanê û dravdanên kirê bişopînin.







