SerekeSîyasî

Rûbên Rûbînyan hûrgilîyên civîna ku di rojên pêş de bi nûnerê Tirkîyayê re tê plankirin, raber kirîye

Nûnerê taybet yê Ermenîstanê di pêvajoya normalîzasîyakirina peywendîyên Ermenîstan-Tirkîyayê de, cîgirê serokê meclîsa neteweyî Rûbên Rûbînyan hûrgiliyên hevdîtina ku di rojên pêş de bi nûnerê taybet yê Tirkîyayê Serdar Kiliç re parve kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, li civîna bi rojnamevanan re, ewî destnîşan kirîye ku di civînê de wê tevahîya rojeva pêvajoya normalîzasîyakirina Ermenîstan-Tirkîyayê bê nîqaşkirin.

Rûbînyan gotîye: “Gavên ku heta niha hatine avîtin û gavên ku hîn jî di pêşveçûyînê de ne wê bên niqaşkirin. Hûn dizanin ku di salên borî de gelek mijar ji bo niqaşkirinê hebûn. Piştî civîna me ya dawî, civînek ji bo niqaşkirina paramêtreyên têknîkî yên pêwîst ji bo sererastkirina rîya hesin Qers-Gyûrî hatîye lidarxistin. Ev hemû spêktrûm wê bê niqaşkirin. Hûn dizanin ku mijareke li ser sererastkirina pira dîrokî ya li Anîyê heye, û mijara sereke ya giştî normalîzasîyakirina têkilîyan e”.

Rûbînyan di bersiva pirsa gelo lihevkirinên di pêvajoya Ermenîstan-Adirbêcanê de dikarin bibin teşwîqek ji bo gavên pratîkî di têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê de, bersiv daye ku danezana Waşîngtonê bûyereke pir girîng bûye ku bê guman wê bandoreke erênî li ser pêvajoyên herêmî û bi gelemperî li ser pêvajoyên li derveyî herêmê jî bike.

Rûbînyan tekez kirîye ku “Di vî warî de, belê, em geşbîn in”.

Derbarê vekirina sînorê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de, Rûbînyan destnîşan kirîye ku ev hemû pêvajo li ser vekirina sînor e.

Rûbînyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ew vekirina sînorê girtî yê Tirkîyayê-Ermenîstanê û avakirina têkilîyên dîplomatîk e. Bê guman, nîqaş bi giranî li ser vê yekê ne. Hûn rast dibêjin ku peymana vekirina sînor ji bo welatîyên welatên sêyemîn û xwedîyên pasaportên dîplomatîk heta niha, bê xeletîya meye, nehatîye bicîhanîn. Lê em hêvî dikin ku ew ê bê bicîhanîn”,- ewî wiha dawî li axaftina xwe anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button