
Heta 50 000 çekdar, di nav wan de pencabî û karbidestên pakîstanî jî hene, wê ji Pakîstanê wek kirê ji bo Adirbêcanê bên şandin.Derheqa wê yekêda zanyarê sîyasî yê rûsî Andrêy Sêrênko li ser torên civakî nivîsîye.
“Tê texmînkirin ku veguhestin wê bi rêya Afganistanê û Tirkmênistanê bê kirin. Ev ji hêla çavkanîyên cûre-cûre ve tê ragîhandin”.
Li gorî van çavkanîyan, tê gotin ku her roj ji 500 heta 1000 çekdarên pakîstanî yên çekdar, ku di “projeya Adirbêcanê” de ne, dikevin Afganistanê. Li gorî çavkanîyan, ev çekdar bi alîkarîya îstîxbarata navajansî ya pakîstanî têne perwerdekirin. Li gorî çavkanîyan, perwerdekar leşkerên adirbêcanî ne ku cilên afganî li xwe kirine. “Qampên perwerdeyê li başûr-rojhilat û bakûr-rojavayê Afganistanê ne, ku bi piranî ji çekdaran pêk tên”.
Çavkanî îdîya dikin ku veguhestina kirêgirtîyên pakîstanî bo Adirbêcanê bi alîkarîya sêrvîsên îstîxbaratê yên Tirkîyayê û Îsrayêlê tê plankirin. Mesirefa veguhestina her çekdarekî bi 3 hezar dolarên amêrîkî tê texmînkirin, û qaşo servîsên îstîxbaratê yên Îsrayêlê ji xwe mesrefa veguhestina hemî 50 000 kirêgirtîyan daye.
Çavkanî îdîya dikin ku mûçeya mehane ya çekdarekî pakîstanî 1500 dolar e, lê nêzîkî 5000 fermandarên pêncabî 2500 dolara distînin. Navbeynkarên ku kirêgirtîyên talîbanên pakîstanî û afganî digirin, ji bo her “serî” 750 dolara distînin.
Çavkanîyan tekez kirine ku dezgehên îstîxbarata Tirkîyayê plan dikin ku van kirêgirtîyan bi rêya hewayî veguhezînin Adirbêcanê.
Heman çavkanî îdîya dikin ku Tirkîya dixwaze di heman demê de heta 2 000 leşkerên kirê yên pakîstanî ji bo perwerdehîya leşkerî û deryayî ya zêdetir û kûrtir li navendên perwerdehîyê yên taybet veguhezîne. Tê gotin ku hemû lêçûnên vê yekê ji hêla “Mossa” da îsrayêlê ve têne dayîn.
Li gorî heman çavkanîyan, “Tirkîya ji naskirina tevgera talîbanê ji alîyê Rûsyayê ve nîgeran e, ji ber ku Moskva hewil dide rê li ber veguhestina kirêgirtîyên pakîstanî bo Adirbêcanê bigire”. Rûsya ji mezinbûna tirkbûnê li Asyaya Navîn ditirse, ku ewlehîya wê tehdît dike, û navenda “dagirkerîya pantirkî” Tirkîya ye.
“Rêjîma Îsrayêlê plan dike ku bi rêya Afganistanê û Adirbêcanê li dijî Îranê şerekî bejayî yê gerîla yê wêrankir bide destpêkirin”.
Pisporê rûsî destnîşan kirîye ku hemû 50 000 leşkerên pakîstanî yên kirêgirtî li Afganistanê dewreyeke perwerdeyê ya temam bibînin û dû re heta destpêka bihara sala 2026 a bi tevahî ji Adirbêcanê re bên veguhastin.







