H’emû nûçeSereke

Her çiqas peyman bê îmzekirin jî, aşîtî bi temamî pêk nayê: wezîrê Ermenîstanêyî karên  der

Heger em di demek nêzîk de peymana aşîtîyê îmze bikin jî, em dîsa nikarin bêjin ku her tişt qedîya ye û aşîtî bi tevahî hatîye damezrandin.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 10 ê îlonê d di rûniştina pirs û bersivan  bi hukumetê re gotîye.

“Tevî ku ew dibêjin ev tenê îmzekirinek e, yan jî ew dibêjin ku “ev tenê kaxez in”, tiştê ku qewimîye  bûyereke pir girîng e, hem di asta metnên îmzekirî de û hem jî di daxuyanîyên devkî yên serokên dewletan de di axaftinên bi çapemeniyê re. şîtî hatîye damezrandin.

Her wiha texmîn hene ku hîn jî gelek pirsgirêk hene, ji ber vê yekê “aşîtîya ku me ragîhandîye ne aşîtî ye”.

Em hîn di destpêka rê de nin, aşîtî pêvajoyeke dirêj e, aşîtî di warê axaftinê de, di warê her belgeyekê de hewceyî bi lênêrîn, fikar, hişyarîyê ye.

Nayê înkarkirin ku dîrokeke dirêj ya dijminatî û xwînrijandinê di navbera her du neteweyan de heye. Aşîtî ne di navbera neteweyên dostdane, lê di navbera welat û neteweyên ku di nav pevçûyînê de ne  tê sazkirin.

“Heger em her tiştî zelal bikin, wê demê di vê gavê de alî li hev naqelibin, xetera alozîyê kêm e û ber bi sifirê ve diçe, xetera pevçûyîneke tûj kêm e.

Gelo pirsgirêk hene?

Her çend Adirbêcan neçar bûye ku her kesî serbest berde jî, çareserîyeke me ya dawî ji bo pirsgirêka girtîyan tune ye”,- Mîrzoyan destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button