Rêya TRIPP wê li Avrasyayê bibe korîdorek veguhastinê ya stratêjîk: şandeya amêrîkî li Bekûyêye

Li gorî medyaya Adirbêcanê,rêveberê giştî yê korporasîyona darayî ya aborî ya Dewletên Yekbûyî di civîna piştî serdana şandeya mîsyona bazirganîyê ya akredîtayî ya Dewletên Yekbûyî li ser korîdora navîn ya Adirbêcanê Kênêt Anyêl gotîye: “Rêya TRIPP, rêya Tramp, hêmanek girîng ya peymana aşîtîyê ye ku wê di navbera Adirbêcan û Ermenîstanê de bê îmzekirin û xizmetê ji bo yekkirina herêmên Adirbêcanê dike ku demek dirêj e ji ber dûrbûnê ji hev cuda ne”.
Li gorî wî, ev rêya girêdanê, ku bi qasî 42 kîlometr dirêj e, ne tenê wê deverên navborî bi hev ve girêbide, lê di heman demê de wê derfetên nû ji bo korîdora navîn jî veke.
Kênêt Anyêl gotîye: “Armanca sereke ya korîdora navîn ew e ku tevgera kelûpelan di navbera Rojhilat û Rojava de, ango ji Avropayê ber bi Çînistanê û berevajî ve, bileztir û bibandortir be. Rêya korîdora navîn, ku ji Qazaxistanê di nav Adirbêcanê re ber bi Gurcistanê û behra Reş ve diçe, û her weha rêya altêrnatîv ji Qazaxistanê di nav Adirbêcanê re û dûv re jî di nav Tirkîyayê re, hevdu temam dikin. Ji bo her du rêyan jî qebareya bazirganîyê ya têr heye. Bi rastî, TRIPP wê bibe korîdoreke veguhastinê ya zêde û stratêjîk ji bo tevgera kelûpelan li Avrasyayê”.
Herwiha, li gorî medyaya Adirbêcanê, ewî gotîye ku hevaltîyên amêrîkî wê kêfxweş bibin ku beşdarî projeyan bibin û pêşnîyarên xwe ji bo îhaleyên têkildarî “Rêya Tramp” raber bikin (hin medyaya Adirbêcanê têgeha “Korîdora Zangêzûrê” bi kar tînin).
Ewî her wiha gotîye ku hejmareke faktorên jêopolîtîk yên girêdayî “Rêya Tramp” hene:
Anyêl destnîşan kirîye ku “Ji alîyekî ve Rûsya û ji alîyê din ve Îran naxwazin ev korîdor bê vekirin. Tirkîya piştgirîyê dide vekirina korîdorê. Ermenîstan jî bi vê pêvajoyê re eleqedar e, ji ber ku ji bo barhilgirên ku di vê rêyê re derbaz dibin, wê sûdmend be ku ji bo wan xerc bê stendin. Ez difikirim ku ev pêvajo wê hin garantîyên ewlehîyê, û her weha dîplomasîyê jî hewce bike. Lê ev mijareke ji pêşkeftina aborî cuda ye”.
Ewî her wiha zêde kirîye ku “Rêya Tramp” di qonaxên xwe yên destpêkê de ye. “Lê belê, gava rê bê xebitandin û bixebite, hevaltîyên amêrîkî wê bi kêfxweşî beşdarî îhaleyan bibin û beşdarî projeyan bibin. Kîjan hevaltî wê şert û mercên guncantir raber bike wê paşê dîyar bibe”.
Rêveberê odeya bazirganiyê ya amarîkîyî li Qazaxistanê Cêf Êrlîç, li ser rewşê şîrove kirîye û destnîşan kirîye ku hevaltîyên amêrîkî avahîyên karsazîyê yên pêşeng yên cîhanê ne: “Têknolojî, çavkanîyên darayî, ezmûn û hilberên amêrîkî pir daxwazkirî ne. Ez hêvî dikim ku di vî warî de hin derfet derkevin holê”.







