Ermenîstan hêvî dike ku peymana aşîtîyê di demeke maqûl de bê îmzekirin û pejirandin: nûnerê daîmî yê Ermenîstanê li Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê

11 ê îlonê, di civîna 1533 emîn ya konsêya daîmî ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê de, nûnerê daîmî yê Komara Ermenîstanê li Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê , Andranîk Hovhannîsyan, daxuyanîya şîroveyî ya Ermenîstanê ya derbarê biryara ku ji alîyê konsêya wezîran ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ve li ser girtina pêvajoya Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê hatîye girtin, nûnerê kesane yê serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê li ser nakokîya ku ji alîyê konfêransa Mînskê ve hatîye çareserkirin û koma plansazîya asta bilind raber kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ve hatîye ragihandin, ku metna daxuyanîyê raber kirîye.
“Bi girêdana biryara konsêya wezîran ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê ya li ser girtina pêvajoya Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, nûnerê kesane yê serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê yê li ser nakokîyên ku ji hêla konfêransa Mînskê ve hatine çareserkirin, û koma plansazîya asta bilind, şandeya Ermenîstanê, li gorî rêziknameya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, dixwaze daxuyanîya şirovekirinê ya jêrîn bike.
Ermenîstanê, li gel Adirbêcanê, dest bi pejirandina vê biryarê kirîye, li ser bingeha serlêdana hevbeş ya wezîrên Ermenîstanêye karên der û Komara Adirbêcanê ku ji serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê re hatibû şandin, ku 8 ê tebaxa sala 2025 a de li Waşîngtonê, paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hatîye îmzekirin.
Di heman rojê de, wezîrên û Adirbêcanêye karên der metina lihevkirî ya peymana “Li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de” îmze kirine. Di îmzekirinê de serokwezîrê Komara Ermenistanê, serokê Komara Adirbêcanê û serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê amade bûne û wana jî danezana hevbeş îmze kirine.
Di Daxuyaniya Hevbeş de “pêdiviya destnîşankirina rêyek ber bi paşerojek geş ve hat destnîşankirin, ne ku ji hêla pevçûnên berê ve hatî destnîşankirin, lê li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Alma-Ata ya 1991 ê.”
Belgeyê piştrast kirîye ku şert û merc hatine efirandin “piştî pevçûyîneke ku êşên bêhejmar yên mirovan çêkirîye, ji bo destpêkirina dawî ya avakirina têkilîyên cînartîya baş li ser bingeha prînsîpên neşikandina sînorên navneteweyî û nepejirandina karanîna hêzê ji bo bidestxistina axê”.
Di daxuyanîyê de her wiha hatîye gotin ku ev “rastîya ku nayê sererastkirin û divê qet nebe jî, rê li ber girtina rûpela dijminatîyê di navbera her du gelên me de vedike”.
Di daxuyanîya nûnerê daîmî yê Komara Ermenistanê li Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayêde wiha hatîye gotin: “Di çarçoveya vê kêlîya dîrokî de, Komara Ermenîstanê li bendê ye ku peymana aşîtîyê di demeke maqûl de bê îmzekirin û pejirandin”.







