Ermenîstanê di sîyaseta xwe de tiştekî li dijî Îranê nekirîye û wê neke jî: serokê parlamêntoya Ermenîstanê

Welatên biçûk her tim ji bo welatên mezin hebûn da ku bazirganî û qadên bandora xwe berfireh bikin û biçûk bikin. Ev yek bi hesabê welatên biçûk hêsan e. Divê Ermenîstan vê yekê li ber çavan bigire û ji alîyê welatekî din ve neyê avîtin nav lepên welatekî. Ev yek ji alîyê serokê parlamêntoya Ermenîstanê, Alên Sîmonyan, di civîna rojnamevanan de hatîye gotin.
Li ser vê dîtina rojnamevanan ku çalakbûna Amêrîkayê li herêma me dikare li dijî Îranê be, Sîmonyan bersiv daye ku ji bilî hemû axaftinan, “axaftina me bi Îranê re heye”.
Serokê parlamêntoyê gotîye:”Hûn dibînin ku niha li wir tu fikar tune ye, tiştek tune ku me xemgîn bike, û nikare jî hebe, ji ber ku Komara Ermenîstanê di sîyaseta xwe de tiştek nekirîye û nake ku li dijî cînarên xwe, tevî Îranê, be”.







