SerekeSîyasî

Şandeyên Ermenîstanê û Adirbêcanê serdanên hevbeş li başûrê parêzgeha Syûnîkê û herêma Zangêlanê kirine

Şandeyên ji Ermenîstanê û Adirbêcanê serdanên hevbeş li deverên sînorî yên her du welatan, li deverên başûrê parêzgeha Syûnîkê û herêma Zangêlanê kirine.

Em bîr bînin ku  5 ê îlona sala 2025 a, di bin serokatiya cîgirê serokwezîrê Komara Ermenistanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Komara Adirbêcanê Şahîn Mustafayêv de, şandeyên her du dewletan serdanên hevbeş li axa Komara Ermenîstanê û axa Komara Adirbêcanê kirine.

Li gorî rêkeftinên ku  8 ê tebaxa sala 2025 a de li Waşîngtonê hatine kirin, alîyan mijarên têkildarî dîyarkirin û paqijkirina beşên têkildar yên xeta sînor, û her weha sererastkirin û avakirina binesazîya pêwîst û dema pêkanîna wan nîqaş kirine, bi armanca hevrêzkirina çalakîyan di warê sazkirina ragîhandinê de.

Serokên şandeyan li ser organîzekirina civîna bê ya komîsîyona nîşankirina sînorê dewletê û ewlekarîya sînor di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê û komîsyona dewletê ya nîşankirina sînorê dewletê di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de nêrînên xwe parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button