H’emû nûçeSereke

Srbûhî Galyan daxwaz dike ku pêvajoya rêforma destûrî ya li Ermenîstanê bi daxwazên Adirbêcanê ve neyê girêdan

Wezîra Ermenîstanêye dadê Srbûhî Galyan bang dike ku pêvajoyên derbarê guhertina Destûra Ermenîstanê de bi daxwazên Adirbêcanê ve neyên girêdan, ku car-caran mijara guhertina Destûra Ermenîstanê tîne ziman, bi derewan îdîa dike ku ew îdîayên axê yên li dijî Adirbêcanê dihewîne.

Li gorî “Armenpress” ê, di civînekê de bi rojnamevanan re, Galyanê bi bîr xistîye ku dadgeha Destûra Ermenîstanê piştrast kirîye ku destûra welat tu pirsgirêkê nahewîne.

Galyanê tekez kirîye ku “Xalên ku di derbarê Destûra me de hatine destnîşan kirin ne pirsgirêk in, û dadgeha destûrî jî ev piştrastî daye. Heger em lê binêrin û wê wekî pirsgirêk bibînin, em dikarin bibêjin ku Destûra Adirbêcanê jî heman pirsgirêkê dihewîne. Lê me gelek caran gotîye ku Destûra me pirsgirêkeke wisa dihewîne. Ez ji we rica dikim ku mijara guhertinên destûrî bi daxwazên Adirbêcanê ve girê nedin, ji ber ku ew ne rastî ye”.

Galyanê her wiha destnîşan kirîye ku ew ê helwesta xwe li ser mijara danezana serxwebûna Ermenîstanê dema ku ew mijar were nîqaşkirin, diyar bike.

Galyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Eşkere ye ku her pisporek xwedî nêrîna xwe ye, lê di vê gavê de ev ne platformek e ku meriv li ser vê mijarê niqaş bike”.

Alîyê Adirbêcanê bi rêkûpêk îdîa dike ku Destûra Ermenîstanê îdîayên axê yên li dijî Adirbêcanê dihewîne. Her çend Ermenîstanê û Adirbêcanê di navbera xwe de peymaneke aşîtîyê îmze kirine jî, Adirbêcan mijara sererastkirina Destûra Ermenîstanê wekî pêşşertek ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê raber dike. Bi taybetî, alîyê Adirbêcanê behsa Danezana Serxwebûna Komara Ermenîstanê ya di pêşgotina Destûra Ermenîstanêda wekî pirsgirêk dibîne. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi berdewamî dîyar kirîye ku îdîayên Adirbêcanê li gorî rastîyê nînin, û sererastkirina Destûrê meseleyeke navxweyî ya Ermenîstanê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button