H’emû nûçeSereke

Em niha li ser pêkanîna ajandeyeke hevkarîyeke nû û pir bi heybet bi Ermenîstanê re dixebitin:Maragos

Destpêka havînê, wek hûn dizanin, nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê, Kaya Kalas, li vir bûye. Em bi rastî kêfxweş in ku têkilîyên di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de ewqas nêzîk in. Em niha li ser pêkanîna ajandeyeke hevkarîyeke nû  dixebitin. Ew ê di demeke nêzîk de ji hêla her du alîyan ve bê  raber kirin, dawî lê bê anîn û bê pejirandin. Derheqa wê yekêda balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenistanê, Vasîlî Maragos, hevpeyvîna bi News.am ê re gotîye.

“Wekî ku hûn zanin, em li ser ewlehîyê dixebitin. Em li ser pêkanîna bernameyek berxwedan û mezinbûnê dixebitin. Em gelek xebatê li ser serbestberdana vîzayê dikin. Ji ber vê yekê ev hemî soz in ku divê em niha bi hev re pêk bînin. Ez difikirim ku têkilîyên bi Ermenîstanê re dikarin ji bo berjewendîya welatîyên Ermenîstanê bêtir bên qewînkirin û kûrkirin”.

“Û xwestina gelê ermenî ya nêzîkbûna bi Yekîtîya Avropayê re pir baş tê fêmkirin, em bawer dikin ku hîn gelek tişt hene ku bên kirin, li ser bingeha tiştên ku îdî hene”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button