H’emû nûçeSereke

Ji ber xebatên tamîrkirinê yên plankirî li Rûsyayê, radestkirina gaza xwezayî bo Ermenistanê wê bi awayekî demkî bê rawestandin

 “Gazprom Armenia” ê ragîhandîye ku ji ber xebatên tamîrkirinê yên plankirî li herêma Stavropolê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê, dabînkirina gaza xwezayî bo Ermenîstanê wê bi demkî bê rawestandin.

Di daxuyanîyê de wiha tê gotin: “Ji 16 ê îlonê seheta 09:00 a heta  26 ê îlonê  seheta 09:00 a, li herêma Stavropolê ya Fêdêrasyona Rûsyayê, li ser xeta sereke ya gazê ya “Kafkasya Bakûr-Transqefqasyayê” (DN 1400) xebatên tamîrê yên bernamekirî wê bên kirin, ji ber vê yekê dabînkirina gaza xwezayî ya Ermenîstanê bi rêya vê xeta gazê ya navborî wê demkî bê rawestandin. Di vê heyamê de, dabînkirina gazê ya bênavber û pêbawer ji bo xerîdarên komarê wê bê sînorkirin, li ser hesabê rezervên navxweyî û mîqdarên zêde yên gaza xwezayî ya ji Îranê tê dabînkirin, bê kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button