H’emû nûçeSereke

Welatên namzed ji bo tevlîbûna Yekîtîya Avropayê serlêdana bikin: di rewşa Ermenîstanê de ev yek pêk nehatîye:Maragos

Rêgezên tevlêbûna Yekîtîya Avropayê pir zelal in, pîvan hene, divê di navbera welatên endam de lihevkirinek hebe, divê welatên namzed serlêdana bikin. Ji ber vê yekê, di rewşa Ermenîstanê de ev yek çênebûye. Ji ber vê yekê, heger ew kêlî bê, divê em rêzikan bişopînin. Derheqa wê yekêda balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê Vasîlî Maragos hevpeyvîna bi News.am ê re  daye kifşê, dema ku pirsa gelo di salên pêş de îhtîmala tevlêbûna Yekîtîya Avropayê heye, nirxandîye.

Derbarê îhtîmala çareseryeke dawî ya têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê de, Maragos gotîye: “Berî her tiştî, me pêşwazîya rêkeftinên ku li Waşîngtonê hatine kirin, îmzekirina peymana aşîtîyê kirîye. Ev bingeheke pir baş e ji bo pêşveçûyînê. Ez hêvî dikim ku peymana aşîtîyê jî di demek nêzîk de bê îmzekirin. Û em amade ne ku ji bo piştgirîya aşîtîyê li herêmê bixebitin. Ev bi gelên herêmê ve girêdayî ye, lê em li vir in ku piştgirîyê bidin wê”.

Dema ku ji Adirbêcan hatîye pirsîn gelo wê Adirbêcan rê li ber wê aşîtîyê bigire, di nav de bi nîşandana êrîşkarîyê jî, ewî tekez kirîye: “Ez nûnerê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenistanê me. Em hemû bawer dikin û hêvî dikin ku hemû hevkar wê tiştê ku soz dane bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button