Ermenîstanê beşdarbûna xweye li civîna Welatên Hevalbendîya Serbest îzbat kirîye: formata wê hê nehatîye biryarkirinê

Ermenîtstanê formata beşdarbûna xweye li civîna Mînskê ya Welatên Hevalbendîya Serbest, ya ku wê 29 ê îlonê pêk bê, biryarke. Derheqa wê yekêda cîgirê sêkrêtarê organîzeyê Îgor Pêtrîşênko li Mînskê gotîye rojnamevana.
“Ermensîtanê jî derheqa beşdarbûna xweda îzbat kirîye, lê niha ew pirs tê amedekirinê. Niha gerekê ji alîyê ermenîda birîyar bê qebûlkirinê, bona ku beşdarbûn diha kradarbe”,- ewî gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku gelo alîyê ermenî wê beşdarî civîna li Mînskêbe, yan na û bi çi formatê.
Civîna şêwira serokên hukumatên Welatên Hevalbnelîya Serbest wê 29 ê îlonê li Mînskê pêk bê. Rojevêda wê 14 pirs hebin.
Em bîr bînin wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotibû ku ewê tu cara neçe Bêlarûsê, hetanî ku Alêksnadr Lûkaşnko serokê welêtbe.







