H’emû nûçeSereke
Patryarxê temamîya Ermenîya Garêgînê Duemîn rastî Papê Romayê hatîye û ew teglîfî Ermenîstanê kirîye

Patryarxê temamîya Ermenîya Garêgînê Duemîn rastî Papê Romayê hatîye.Derheqa wê yekêda ji dêra Êcmîyazînê ragîhandine.
Wextê qisê, patryarxê temamîya Ermenîya Papê Romayê pîroz kirîye û ew teglîfî li Ermenîstanê kirîye.
Patryarxê temamîya Ermenîya daye dîyarkirinê,wekî pêwandîyên di navbera herdu dêrada qewîn bûne û daye dîyarkirinê,wekî Papê Romayê Yohannês Pavlosê Duemîn sala 2001 ê li Ermenîstanê qesidîye, Papê Romayê Fransîsko jî sala 2016 a hatîye Ermenîstanê.
Wextê hevdîtinê, xeberdan usa jî derbarê bûyarên li dinîyayê çûye.







