
Dema ku rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê yên ku demeke dirêj şer dikirin 8 ê tebaxê li qesira Sipî civîyan, wana peymana aşîtîyê pesend kirin: ne peymanek dawî, lê destpêka pêkanîna wê, Şêyla Paylan, nûnera Netewên Yekbûyî ya konsêya Atlantîkê, û Cozêf Êpştêyn, rêveberê navenda lêkolînên Tûran e li înstîtûta Yorktaûne dinivîsin.
“Her wiha wana daxuyanîyeke hevbeş îmze kirine ku Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî (TRIPP) ava dike, korîdorek bîst û pênc mîlî ye ku ji bo girêdana Adirbêcanê bi navçeya Naxçêvanê re bi rêya axa Ermenîstanê hatîye çêkirin. Bi giştî, ev gav ji bo Ermenîstanê, Adirbêcan û Dewletên Yekbûyî serkeftinên mezin in. Di heman demê de, Rûsya xwe wek windakerê herî mezin dibîne”,-gotarêda tê gotin.
Ev pêşketina dîplomatîk bi saya rêze şaşîyên Rûsyayê û paşguhkirina serwêrîya cînarên xwe jî mimkûn bûye.
Paylan û Êpştêyn dinivîsin: “Heger Dewletên Yekbûyî dixwaze li ser vê destkeftîyê ava bike, divê ew întêgrasyona herêmî ya Ermenîstanê pêş bixe, projeya TRIPP ê ji ramanê zû veguhezîne rastîyê, û têkilîyên xwe bi welatên din yên herêmê re kûrtir bike. Ev yek wê bandora Rûsyayê li Başûrê Kafkasyayê, ku Moskva demeke dirêj e wekî beşek ji axa xwe dibîne, mîna ku li Ûkraînayê kirîye, qels bike”.
Li gorî pisporan, “tevî serxwebûna Gurcistanê, Ermenîstanê û Adirbêcanê piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, Rûsya sînorên wan wekî sînorên hêzê yên şile dibîne ku dikarin bi dilxwazî bên sererast kirin”.
“Ji ber vê yekê, dîtina sînoran ne kêmtir ji nêzîkatîyeke împêryal e. Bê guman, ev ji bo Krêmlê ne tiştekî nû ye. Bi gelek awayan, hişmendîya împêryal ya Rûsyayê bi sedan salan rêberîya serdestên welêt kirîye. Wek ku Nîkolayê I di nîvê sedsala 19 a de gotîye: “Li cîhê ku ala Rûsyayê hatibe bilindkirin, ew ê qet neyê xwarê”. Di demên dawî de, serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ev hevok dubare kirîye, û ragîhandîye ku “sînorên Rûsyayê bêdawî ne”. Û dema ku wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bi swêterek li ser nivîsara Yekîtîya Sovyêtê gihîşt lûtkeya Alaskayê, ewî heman peyam şand: tiştê ku carekê ya me bûye, wê her û her ya me bimîne”,- nivîskarên gotarê tekez dikin.
Lê belê, pispor dibêjin, ev hişmendî ye ku cînarên ku dikarin têkilîyên hevkarîyê saz bikin, ji wan dûr dixe.
Paylan û Êpştêyn di gotarê de tekez kirin ku “bi dehan salan e Ermenîstan ji bo ewlehîya xwe bi rêya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolêktîv xwe dispêre Rûsyayê. Lê belê, dema ku leşkerên Adirbêcanê îlona sala 2022 a de ji ber şer û pevçûyînan axa Ermenistanê dagir kirin, daxwaza Yêrêvanê ya ji bo alîkarîya leşkerî hate redkirin. Û sala 2023 a de, dema ku Bekûyê Qerabax dagir kir, hêzên aştîxwaz yên Rûsyayê xwe paşve kişandin û nifûsa wê ya ermenî ya etnîkî neçar kir ku birevin. Berevajî vê, Adirbêcan sala 1999 a de ji pergala ewlehîya kolêktîv a bi pêşengîya Rûsyayê vekişîya, lê Moskva bi dabînkirina çekên mezin û kûrkirina têkilîyên di enerjî û sêktorên din de berdewam kir ku Bekûyê razî bike, di heman demê de wek garantorê ewlehîya Yêrêvanê û hinardekerê sereke yê çekan tevdigere. Guherîna Ermenîstanê piştî xîyaneta Rûsyayê neçar dimîne, lê ne dîyar e ka ew ê çiqas zû û çiqas dûr bikaribe ji bandora Moskvayê derkeve”.
Xödanên gotarê dinivîsin ku her çend pisporên rûs girîngîya peymana aşîtîyê kêm dinirxînin jî, herêma Kafkasîyayê ji bo Moskvayê ne tenê ji hêla hestyarî ve, lê di heman demê de ji hêla stratêjîk ve jî girîng dimîne.
Hewza behra kaspîyê ji hêla pêtrolê û gazê ve dewlemend e û malovanîya korîdora navîn dike, rêyeke transîtê ji Asyayê ber bi Avropayê ve ku Rûsya û Îranê derbaz dike. Ev korîdor muhtemelen wê girîngtir bibe ji ber ku pêşbazîya ji bo hêmanên erdên kêm zêde dibe, ji ber ku Asyaya Navîn xwedî rezervên mezin yên madenên sereke ye. Moskva vê yekê fêm dike û ji destpêka salên 1990 î vir ve piştgirî daye her du komarên veqetîyayî yên Gurcistanê û hêza leşkerî bikar anîye, di nav de dagirkirina welêt di sala 2008 a de dema ku dixwest nêzîkî Rojavayê bibe. Rûsya taktîkên wekhev bikar tîne da ku Adirbêcan û Ermenîstanê di bin bandora xwe de bihêle. Moskvayê bi berdewamî bi tedbîrên tolhildanê bersiv daye hewldanên Yêrêvanê yên ji bo avakirina têkilîyan bi Rojava re, êrîşên dîplomatîk bi zexta aborî ya armanckirî re hevber kirîye ku ji bo bîranîna ermenîyan kî berpirsîyar e, hatîye çêkirin”,-gotar destnîşan dike.
Li gorî nivîskaran, pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Adirbêcan û Ermenîstanê de ku li Waşîngtonê hatîye bidestxistin, dikare bibe leverek din ya zextê li ser Rûsyayê, û hevkarîya Amêrîkayê li herêma Kafkasîyayê berfireh bike.
“Lê belê, avakirina TRIPP ê ji bo mîsogerkirina aştîyeke mayînde têrê nake ew her wiha vekirina girêdanên rê û trênê yên nû di nav Ermenîstanê re ber bi Adirbêcan û Tirkîyayê ve hewce dike, ku bi bandor bazirganîya cîhanî vegerîne herêmê. Berfirehkirina vê girêdanê ber bi Asyaya Navîn ve wê rê bide welatan ku korîdora navîn berfireh bikin û ji Rûsyayê derbaz bibin. Ev dikare bibe alîkar ku zincîrên dabînkirinê yên sereke ewle bibin û rezervên elementên erdê yên kêm û mînêralên stratêjîk yên ku ji bo têknolojîyên nûjen yên wekî têlefonên jîr, otomobîlên elektrîkê hewce ne bikar bînin. Ev stratêjî dikare alîkarîya ji bo Ûkraînayê û cezayên li dijî Moskvayê bêyî ku guleyek bavêje temam bike”,- ew tekez dikin.







