H’emû nûçeSereke

Ermenîstan axeke pîroz e, xelkê wê bêhempa ne: 26 jinên şêwazdar ji Îndonêzîyayê bi çand û dîroka Ermenîstanê re bûne nas

Şandeya ji 26 kesan ya klûba jinan ya navneteweyî li Cakartayê, ku ji jinên navdar yên di nav dewletê, raya giştî û karsazîyê de, tevî jinên balyozan pêk tê, ji bo serdana lêkolînê gihîştîye Ermenîstanê.Ew bi destpêşxerîya balyozê Ermenîstanêyî li Îndonêzîyayê Sêrob Becanyan û jina wî Anna Hasmîkyanê li Ermenîstanê ne.

Li gorî “Armenpress” ê, jina balyoz Anna Hasmîkyan di seranserê serdana wan ya Ermenîstanê de bi wan re ye.

Anna Hasmîkyanê gotîye:”Par, bi boneya 21 ê îlonê, sefaretxaneya Ermenîstanê li Cakartayê çalakîyek ji bo danasîna Ermenîstanê li dar xistîye. Piştî vê yekê, wana xwestekeke mezin nîşan dan ku bên Ermenîstanê. 26 jinan berê serdana Ermenîstanê kirine. Ew ji berê ve bi Ermenîstanê re eleqedar bûn, lêkolîn kirin, û heta cîhên ku ew bê guman dixwazin bibînin jî  raber kirin. Tevî dûrbûnê, ewana dixwestin bê guman serdana Tatêvê jî bikin”.

Di nav şandeyê de jina balyozê Brazîlyayî li Îndonêzyayê, jina nûnerê Îndonêzyayê li Netewên Yekbûyî, jina balyozê berê yê Pêrûyê li Îndonêzyayê, jinên karsaz, bijîşk û yên din hene. Bernameya serdanê pir qerebalix e.

Jin dîrok, çand û xwarinên Ermenîstanê temsîl dikin. Hasmîkyanê hêvî kirîye ku ev serdan wê bibe teşwîqeke mezin ji bo naskirina Ermenîstanê û serdana Ermenîstanê. Jin van rojan bi awayekî çalak li ser torên xwe yên civakî li ser Ermenîstanê dinivîsin.

Hasmîkyanê gotîye: “Hêvîyeke mezin heye ku 26 kes vegerin û Ermenîstanê ji hejmareke pir mezin ya mirovan re li Cakartayê bidin nasîn. Armanca sereke ya serdanê ew e ku Ermenîstanê li Îndonêzyaya dûr bidin nasîn”.

Şande ji 11 a heta 18 ê îlonê li Ermenîstanê ye. Di van rojan de, ew berê karîbûn serdana gelek cîhên dîrokî yên Ermenîstanê bikin, li  dêra Tatêvê dua wergirtin, serdana  paristgeha Garnîyê, dêra Gêxardê, Noravankê, Êçmîyazînê,  dêra Zvartnosê û deverên din kirine. Jinan her wiha serdana  mûzêy-înstîtûta qirkirina Ermenîyan kirin, li wir bi dîroka trajîk y qirkirina Ermenîyan re bûne nas û gul danîn ber  kevirê bîranînê ya ku bîranîna qurbanîyan didomîne.

Her kes ji çand, xweza, xwarin, fêkî û berhemên Ermenîstanê, lê berî her tiştî ji gelê wê matmayî mane. “Ermenîstan welatekî pir xweşik e. Û em pir kêfxweş in ku me gelek cîhên dîrokî û çandî li Ermenîstanê dîtine. Xelq pir dilovan û dostane ne. Xwarin jî pir xweş e. Me serdana kargeheke konyakê jî kirîye, pir xweş bû. Me nizanibû ku Ermenîstan bi konyakê ewqas navdar e”,- seroka klûba jinan ya navneteweyî li Cakartayê Nazênî Kûbçandanîyê gotîye.

Ewê destnîşan kirîye ku li Îndonêzîyayê ew ê bêjin ku mirovên li Ermenîstanê pir dostane û dilovan in.

“Her tişt pir baş hatîye organîzekirin, rêyên we, dîmenên we pir paqij in. Em her wiha dibînin ku hûn pir serbilind in ku hûn ermenî ne, hûn bi çand û dîroka xwe pir serbilind in, û ev helwest divê ji bo hemî miletan bibe mînakek”,- seroka klûbê gotîye û zêde kirîye ku serdan bi saya balyozê Ermenîstanêyî li Îndonêzyayê û jina wî gengaz bûye.

Cîgira serokê klûba jinan ya navneteweyî li Cakartayê Mêrî Ann Vîcayanê, destnîşan kirîye ku ew ji Ermenîstanê û gelê Ermenîstanê pir matmayî û kêfxweş e.

“Ew ne cîhekî naskirî ye mîna bajarên mezin yên cîhanê, lê Ermenîstan pir bêhempa ye. Me serdana Gumirîyê, Êçmîyazînê, dêra Tatêvê kirîye. Her tişt ewqas dîrokî ye, ez ê bêjim ku ew kûr ketîye gîyanê min”,-ewê gotîye.

Cîgirê serok tekez kirîye ku dîroka qirkirina Ermenîyan bi rastî jî pir bandorkar e.

Jina balyozê Brazîlyayêyî li Îndonezyayê Mîrîam Pratayê jî heyranîya xwe ji bo Ermenîstanê anîye ziman û spasîya balyozê Ermenîstanêyî li Îndonêzyayê û jina wî kirîye.

“Welatê we pir xweşik e, û divê hûn pê pir serbilind bin. Sipas ji bo pêşwazîkirina me li vir”,- ewê dawî li axaftina xwe anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button