H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di rapora “Îndêksa nûjenîya cîhanî” de di nav 139 welatan de di rêza 59 a de ye: pêşketina wê bi 4 rêzan e

Di rapora “Îndeksa nûjenîya cîhanî” de ku ji hêla rêxistina milkê rewşenbîrî ya cîhan ve 16 ê îlona sala 2025 a de hatîye weşandin, Ermenîstan di nav 139 welatan de di rêza 59 a de cîh girtîye. Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Ewî, bi taybetî, destnîşan kirîye: “Li gorî sala 2024 a, pêşveçûyîn bi 4 pozîsyonan hatîye tomar kirin”.

Ermenîstan di nav 36 welatên bi dahata navîn de di rêza 11emîn de ye.

Li gorî sala borî, Ermenîstanê di stûnên “Pêşveçûyîna karsazîyê”, “Binesazîyê” û “Sazîyan” de pêşketin bi dest xistîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button