H’emû nûçeSereke

Kiryarên Ermenîstanê yên heta niha li dijî pabendbûnên wê yên di Yekîtîya  Avrasîyaye Êkonomîkî de nînin:wezîreta Rûsîyayêye karên der

Kiryarên îro yên Yêrêvanê bi erkên Ermenîstanê yên di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re nakok in, rêvebirê daîreya yekem  ya wezîreta Rûsîyayêye karên der  Mîkayêl Axasandyan dîyar kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda ji hêla ajansa nûçeyan ya TASS ve hatîye ragîhandin.

Li gorî Axasandyan, daxuyanîyên Ermenîstanê yên li ser nîyeta wê ya tevlîbûna Yekîtîya Avropayê “tenê daxuyanîyên sîyasî ne”.

Ewî bi bîr xistîye ku rayedarên rûsî, di nav de cîgirê serokwezîr Alêksêy Ovêrçûk, gelek caran gotine ku ji ber cewhera wan, endamtîya du komeleyan di heman demê de ne mimkûn e.

“Niha, kiryarên Ermenîstanê li dijî erkên wê yên di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de nînin. Em ê gavên pratîkî bişopînin. Kes Ermenîstanê ji hevkarîya bi welatên din re qedexe nake, hemû endamên  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî vê yekê dikin”.

“Ya sereke ew e ku ev têkilî bi erkên ku di nav Yekîtîyê de hatine girtin  ne nakokî be. Tiştekî usa hîn tune ye”,-ewî gotîye.

Axasandyan destnîşan kirîye ku xwezaya beşdarîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de neguherîye û avakar dimîne, “welat bi awayekî çalak di  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de dixebite û feydayên beşdarîya xwe dibîne”. Ewî tekez kirîye ku ji destpêka endametîya wê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de  sala 2015 a de, “bazirganîya Ermenîstanê bi hevkarên xwe re bi awayekî berbiçev zêde bûye”.

Axasandyan li ser guhertinên çaverêkirî di bazirganîya di navbera welatên  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de şîrove kirîye, û tekez kirîye ku îstatîstîk “bi gelemperî dînamîkên erênî nîşan didin” û hevkarî ji bo hemî welatên endam sûdmend e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button