Em dora hemû tiştî pevketine, çi ku nivîsare û belavkirîye: Ararat Mîrzoyan derheqa pêvajoya aşîtîyêda

Roja îroyîn em amadene ku şêwirdarîyê derheqa cîh û warên îmzekirina peymana aşîtîyê û wedê wê destpêkin. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
Bi gotina wî, bi rîya hevraxeberdana û gotûbêjkirina “Rîya Tramp” wê bi hûrgilî di navbera dêlêgasîyayên Ermenîstanê û amêrîkîda bê zelalkirinê.
“Tevî alîyê azêrîya fikirên tomerî hene û ew nava dêklarasîya li Waşîngtonê îmzekirî hatine dîyarkirinê, kîjanêda hatîye gotinê,wekî vekirina rîya wê bin bandora wekehevtî û neteribandina sînorên welatada bê mîyaserkirinê”,-ewî gotîye.
Wezîr careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî dora wan xala, yên ku hatine nivîsarê û belavikrinê, pevketin hatine destanînê, lê şirovekirinên başqe ne tiştê nêzîkî rastîyêne.







