Serdana dîrokî ya komîsara Yekîtîya Avropayê bo Ermenîstanê: alî pabendbûna xwe ji bo kûrkirina hevkarîyê ji nû ve piştrast dikin

19 ê îlonê li Yêrêvanê, komîsara Yekîtîya Avropayê Marta Kos û cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo berdewamîya hevkarîya mezinbûyî ya di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de ji nû ve piştrast kirine û di vî warî de danûstandina berfireh ya nêrînan kirine.
“Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan qet ewqas nêzîk nebûne. Serdana yekem ya komîser Kosê bo Ermenîstanê nîşana kêlîyeke dînamîk ya bêhempa di têkilîyên dualî de ye.Ewê gavên Ermenîstanê yên ji bo kûrkirina hevkarîyê pêşwazî kirine”.
Komîser Kosê pêşketinên dawî yên di pêvajoya normalîzasîyakirina Ermenîstanê-Adirbêcanê, ku tebaxa sala 2025 a li Waşîngtonê hatine bidestxistin, pêşwazî kirîye. Ewê tekez kirîye ku îmzekirina peymana aşîtîyê gaveke mezin e ber bi aşîtîyeke mayînde û domdar di navbera her du welatan û li herêmê bi tevahî. Yekîtîya Avropayê amade ye ku piştgirîya avakirina aşîtîyê û veberhênana li girêdana herêmî bidomîne, ku beşdarî aşîtîyeke mayînda, aramî û serfirazîyê li herêmê bibe.
Komîser Kosê her wiha hewldanên berdewam yên Ermenîstanê ji bo pêşvebirina normalîzasîyakirina têkilîyên bi Tirkîyayê re pêşwazî kirîye.
Civînê de, komîsar Kosê pejirandina beşa duyemîn ya bernameya “Berxwedan û mezinbûn” ya 270 mîlyon yûroyî ji bo piştgirîya Ermenîstanê, ku ji hêla seroka komîsîya Avropayê fon dêr Layênê nîsana sala 2024 a de hatibû ragîhandin, ragihandîye.
Bin vê beşa duyemîn de, Yekîtîya Avropayê piştgirîyeke byûcêyê ya pirsêktorî ya berfireh ya 90 mîlyon yûro peyda dike. Ev bername wê di çarçoveya cihêrengîya bazirganîyê, veguhastin, ênêrjîyê, dîyaloga serbestberdana vîzayê, û her weha perwerde û kar de piştgirîya rêformên sêktorî yên sereke bike, her weha komên xeternak, di nav de penaber jî, çareser bike, û beşdarî xurtkirina berxwedana civakî-aborî ya Ermenîstanê bibe.
Ji bo mîsogerkirina pêkanîna wê ya bi bandor, cîgirê serokwezîr Grîgoryan û komîsar Kosê dîyalogeke sîyasî ya asta bilind dest pê kirine. Ev wê bibe platformeke ji bo hevrêzkirin û şopandina pêşketina li ser armancên rêformê. Ew ê ji hêla ofîsa cîgirê serokwezîr ve, bi hevkarîya wezîretên têkildar û Yekîtîya Avropayê ve bê rêvebirin.
Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan pabendbûna xwe ya hevpar ya bi nirxên dêmokratîk û baştirîn pratîkên Avropî re ji nû ve piştrast dikin. Di vê çarçoveyê de, Ermenîstan pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo bidestxistina pîvanên ku di plana çalakîyê ya lîbêralîzasyona vîzayê de hatine destnîşankirin ji nû ve piştrast dike. Lîbêralîzasyona vîzayê ne tenê li ser zêdekirina mobîlîteyê ye, lê di heman demê de li ser qewînkirina têkilîyên mirovan bi mirovan re, pêşvebirina danûstandinên ciwanan û perwerdehîyê, û qewînkirina bawarîya gel bi pêvajoya rêformê ye.
Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan wê di bin stratêjîya “Derîyê cîhanî” de bi sazîyên darayî yên navneteweyî yên hevkar re di bin hevkarîya stratêjîya derîyê cîhanî de berdewam bikin da ku veberhênanên pêşîn yên ku mezinbûn û girêdana berfireh pêşve dixin pêşve bibin. Sala 2021 ê vir ve, tê pêşbînîkirin ku veberhênanên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê di bin stratejîya derîyê cîhanî de bigihîjin 2,5 mîlyar yûroyî, ku mezinbûn û girêdana berfireh pêşve dixe, û daxuyanîya ku 19 ê îlonê de hatîye dayîn soz dide ku vê xeta veberhênanê bilezîne.
Yekîtîya Avropayê, li gorî înîsîyatîfa “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê, pabendbûna xwe ya veberhênanê di warê bazirganîyê, ênêrjî û girêdana veguhastinê de didomîne. Di vê çarçoveyê de, komîsar Kosê pêşketinên li ser rojeva girêdana navherêmî ya Yekîtîya Avropayê jî raber kirîye, ku Avropayê bi rêya Kafkasyaya Başûr û Tirkîyayê bi Asyaya Navîn ve girêdide. Ev înîsîyatîv wê bibe pêşengîya stratêjîya behra Reş a Yekîtîya Avropayê û rola Ermenîstanê di girêdana herêmî de destnîşan dike.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Di dawîyê de, komîser Kosê û cîgirê serokwezîr Grîgoryan dîyar kirine ku civîna 19 ê îlona îsal di têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê we gaveke girîng bû, û daxwaz kirin ku di civîna bê ya konsêya hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê de ku di destpêka kanûna pêşin ya sala 2025 a de li Bryûêlê bê lidarxistin, pêşketinên heta niha hatine bidestxistin bên nirxandin”.







