
Serokê Sûryayê Ahmed Şera, beşdarî civîna Konkordîayê ya li Nyû Yorkê bûye û derbarê pêşeroja Sûryayê, mafên kurdan û têkilîyên navneteweyî de daxuyanîyên girîng dane.
Li gorî ajansa “SANA” ê ya fermî ya Sûryayê, civîna Konkordîayê li perawîza civînên civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatîye lidarxistin û Ahmed Şera di axaftina xwe de li bal kişandîye ser mijara Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û gotîye: “Me pêşnîyar li HSD ê kirîye ku tevlî artêşa Sûryayê bibe û me tekez kirîye ku mafên kurdan parastî ne, lê di cî bi cîkirina lihevkirinê de sistî û giranî çêbûye”.
Ahmed Şera destnîşan kirîye jî, “Pêwîst e em bigihîjin çareserîyên aşîtîyane û ew bi lez bikevin warê cî bi cîkirinê, bi taybetî jî lihevkirina bi HSD ê re ya 10 ê adara borî”.
Şera herwiha dîyar kirîye, hukumeta nû li ser bingeha “beşdarîyê” û “karsazîyê” hatîye avakirin, ne li ser parvekirina mezhebî.
Herwiha daye zanîn jî, armanca wan ew e ku têkilîyên Sûryayê bi hemû welatan re aram bin û Sûrya ji bo tu alîyekî nebe çavkanîya gefê.
Peyam ji bo Amerîkayê û Îsrayêlê
Serokê Sûryayê daye zanîn, bi hilweşîna rêjîma berê re, ji bo herêmê qonaxeke nû ya dîrokî dest pê kirîye û berjewendîyên Sûryayê, Rojavayê û Amêrîkayê îro li hev tên. Herwiha ewî spasîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp kirîye, ji ber rakirina cezayan û bang li kongrêsê kirîye ku cezayan bi temamî rake.
Derbarê Îsrayêlê de, Şera gotîye ku ew êrîşên Îsrayêlê yên li ser axa Sûryayê û dagirkirina Golanê qebûl nakin, lê ji ber ku Sûrya di qonaxa avakirinê de ye, ew dixwazin xwe ji şer dûr bixin.
Herwiha gotîye: “Pêwîst e Îsrayêl ji axa Sûryayê vekişe. Wê demê dibe ku danûstandin bipêş bikevin”.
Hevdîtina bi Dêyvîd Pêtrêûs re
Ahmed Şera di civîna Konkordîayê de, hevdîtin û dîyalog bi rêveberê berê yê ajansa îstîxbarata navendî ya Amêrîkayê re kirîye.
Hevdîtin wek bûyereke sembolîk hatîye dîtin, ji ber ku berê rêveberîya Amêrîkayê 10 mîlyon dolar xelat danîbû ser serê Şera. Tevî vê paşxaneya aloz, hatîye ragihandin ku hevdîtin di “atmosfêreke aram” de derbaz bûye.







