H’emû nûçeSereke

Deynê giştî yê Ermenîstanê di nîvê yekem yê sala 2025 a  zêde bûye

Deynê giştî yê Ermenîstanê di nîvê yekem yê vê salê de bi dram gihîştîye 5 trîlyon 323 mîlyard dramî û bi dolar jî 13 mîlyard 852 mîlyon dolar.

Li gorî “Armenpress”, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan di rûniştina komîtêya daîmî ya Ermenîstanê ya li ser pirsgirêkên darayî, krêdî û byûcêyê de di dema  raberkirina raporeke li ser pêkanîna nîvê yekem yê byûcêya dewletê ya sala 2025 a hatîye gotin.

Hovhannîsyan gotîye: “Deynê dewletê di nîvê yekem yê sala 2025 a 4,5  selefî  zede bûye û bi dolarê amêrîkî jî  bi 7,9 selefî zêde bûye. Cudahîya di guhertinên nîşaneyên dram û danûstandina bîyanî de ji ber nirxên cuda yên dram li hember dolarê amêrîkî di dawîya sala 2024 a û 30 ê hezîrana sala 2025 a ye, ku ji bo veguherandina deynê hatine bikar anîn.

Ewî piştrast kirîye ku nîşaneyên rîska portfêlê deynê hukumetê di nav rêbernameyên wan de ne. Rêjeya faîzê ya navînî ya girankirî di nîvê yekem yê sala 2025 a de li gorî dawîya sala 2024 a di heman astê de maye û gihîştîye  7.2 selefî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button