H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û NATO li ser pejirandina belgeyeke nû ya niqaş dikin

Sêmînara 108 emîn ya du rojî ya Roûz-Rot ya meclîsa parlamêntar ya NATO ê li Yêrêvanê dest pê kirîye. Nêzîkî du sed dêlêgayên ji welatên endam û yên pêve girêdayî yên hevpeymanîyê, pisporên navneteweyî û herêmî û nûnerên korpûsa dîplomatîk beşdar dibin. Balkêşîya nîqaşan mijara “Ermenîstan û Başûrê Kafkasîyayê di cîhaneke guherbar de: qewînkirina dêmokrasî û ewlekarîya herêmî” ye, ku li gorî beşdaran, ji her demê bêtir ji bo rastîyên sîyasî yên herêmê girîng e. Mijara hevkarîya Ermenîstan-NATO ê jî di rojevê de ye.

Sêmînara Roûz-Rot nêzîkî 160 dêlêgasîya ji welatên endam û yên pêve girêdayî yên NATO ê, pisporên navneteweyî û herêmî, û nûnerên korpûsa dîplomatîk li Yêrêvanê anîn cem hev. Serokê şandeya meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê li parlamêntoya NATO ê Andranîk Koçaryan dibêje, ev yek ji baştirîn platforman e ji bo nîqaşkirina mijarên têkildarî ewlehîya herêmî di cîhanek guherbar de.

“Li vir em li ser mijarên ku em dixwazin nîqaş bikin diaxivin. Rojev jî bi me re hatîyee pêşxistin. Me xwest ku rojeva têkildarî Kafkasyayê bînin Ermenîstanê”.

Li gorî Koçaryan, hevkarîya bi NATO ê re yek ji stûnên ewlehîya Ermenîstanê ye. Li gorî wî, têkilîyên bi hevpeymanîyê re xwedî dîrokeke ji sê dehsalan zêdetir in: hevkarî di sala 1994 a de di çarçoveya bernameya “Hevkarîya ji bo aşîtîyê” de dest pê kirîye, û ji sala 2006 a vir ve bi rêya planên çalakîyê yên hevkarîya ferdî tê bicîhanîn.

Serokê şandeya Ermenîstanê ya li parlamentoya neteweyî dibêje ku di vê qonaxê de nîqaş ji bo pejirandina belgeyeke nû ya hevkarîyê didomin.

“Em endameke hevkar yê parlamêntoya neteweyî ya NATO ê ne, lê ji sala borî ve pakêta me ya desthilatan hinekî zêde bûye. Ango, em ne tenê ji bo agahdarkirinê û heger pêwîst be, ji bo pirs û bersivên pirsgirêkên ku me eleqedar dikin beşdarî xebatê dibin. Me ev yek di dema xebata xwe de bi serkeftî pêk anîye. Lê belê, ev platform dikare ji bo me di gihîştina armancên me yên aşîtîya herêmî de pir bikêr be”.

Cîgirê serokê meclîsa neteweyî Rûbên Rûbînyan jî têkilîyên Ermenîstan-NATO ê di çarçoveya sîyaseta hevsengîyê ya ku ji hêla Yêrêvana fermî ve hatîye ragihandin de dinirxîne.

“Hevkariya bi NATOyê re beşek ji siyaseta derve ya hevseng û hevseng a Ermenistanê ye û em amade ne ku vê hevkariyê, ku armanca wê xurtkirina ewlehiya herêmî û cîhanî ye, bidomînin”.

Pêwendîyên Ermenîstan-NATO ê bi têkilîyên navbera parlamêntoyan ve sînordar nînin, hevkarîyê di sêktora parastinê de jî xwedî dîrokeke dirêj e. Li gorî wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan, îro, dema ku Ermenîstanê di sêktora parastinê de rêformên çalak dest pê kirine, ev têkilî naverokeke nû digirin. Papîkyan têkilîyên Ermenîstan-NATO ê di çarçoveya rêformên di sêktora parastinê de dinirxîne û li ser hêvîyên Ermenîstanê

“Her wiha em girîngîyê didin hevkarîya bi NATO ê re di formata piralî de.Salên dawî de, di navbera fermandarên NATO ê û efserên leşkerî yên payebilind yên hêzên çekdar fên  Ermenîstanê de bi rêkûpêk nîqaşên vekirî û zelal yên asta bilind têne lidarxistin, ku ev yek derfetek peyda dike ku em armancên xwe  raber bikin û piştgirîyeke armanckirî bistînin.”

Hevkarîya NATO-Ermenîstanê ji hêla cîgirê alîkara çêkrêtarê giştî yê NATO ê Bûrcû San ve jî wekî bandorker tê nirxandin. Dema ku bernameyên NATO ê yên ku Ermenîstan bi awayekî çalak beşdarî wan bûye navnîş dike, ew destnîşan dike ku ew hevkarîya çalek ya Ermenîstanê teşwîq dikin.

“Ez bawer dikim ku ev yek wê ji bo kûrkirina dîyalog û hevkarîya me bi Ermenîstanê re jî bikêr be. Hewldanên dawî yên ji bo kûrkirina têkilîyên me bi NATO ê re pir têne teqdîrkirin. Em ji bo piştgirîya rêformên ewlehî û parastinê yên Ermenîstanê pabend dimînin”.

Li gorî Bûrcû Sanê hevpeymanî gavên dawî yên Ermenîstanê yên ji bo cûre-cûrkirina sîyaseta xwe ya derve û ewlehîyê pêşwazî dike. Ew bawer dike ku gava din wê kûrkirina dîyaloga sîyasî be.Cîgira çêkrêtarê giştî yê NATO ê wiha dawî li axaftina xwe tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button