H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê û cîgira alîkarê sêkrêtarê giştî yê ji bo opêrasîyonên NATO ê li ser mijarên têkildarîya ewlehîya herêmî axivîne

22 ê îlonê, sêkrêtarê konsêya ewlehîya  Ermenîstanê Armên Grîgoryan cîgira alîkarê sêkrêtarê giştî yê NATO ê yê ji bo opêrasîyonan Bûrçû San qebûl kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, ji ofîsa konsêya ewlehîya  Ermenîstanê ragîhandine ku Armên Grîgoryan serdana şandeyê ya bo Yêrêvanê  silav kirîye û amadebûna Ermenîstanê ji bo kûrkirina hevkarîya dualî tekez kirîye.

Bûrçû Sanê jî  sirîya xweda spasîya xwe ji bo qebûlkirina germ anîye ziman û girîngîya lidarxistina sêmînera “Roûz-Rot 108 emîn ” li Ermenîstanê destnîşan kirîye.

Cîgira serokwezîr spasîya xwe ji bo beşdarîya zêde ya Ermenîstanê di mîsyona aşîtîyê ya NATO ê ye li Kosovoyê anîye ziman. Hevpeyvînan her wiha li ser mijarên têkildarî rewşa ewlehîyê ya herêmî û derveyî herêmê jî axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button