Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalasê li Nyû Yorkê li ser pêşketinên jeopolîtîk û herêmî nêrînên xwe parve kirine

Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine ku di çarçoveya civîna Asambleya giştî ya Netewên Yekbûyîye 80emîn da, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlehiyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê re civîyaye.
Wana bi kêfxweşî destnîşan kirine ku hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê bi awayeke dînamîk pêş dikeve û hemû warên eleqeya hevbeş dihewîne.
Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalasê li ser pêşketinên jeopolîtîk û herêmî nerînên xwe parve kirine û di van şert û mercan de bernameyên pêşin ji bo hevkarîya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê destnîşan kirine.
Wek faktorek girîng di aramîya û aştîya herêmî de, wezîrê Ermenîstanêyî karên der û nûnerê bilind yê kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê yê Yekîtîya Avropayê li ser mijarên têkildarî pêkanîna bernameyên ragihandinê yên navneteweyî nîqaş kirine.







