Hukumeta Ermenîstanê peymana deyn ya 150 mîlyon yûroyî bi ajansa geşepêdanê ya Fransîyayê re pejirandîye

Hukumeta Ermenîstanê peymana deynê ya nû di navbera Komara Ermenîstanê û ajansa geşepêdanê ya fransî de pejirandîye.
Li gorî “Armenpress” ê, pêşnûmeya têkildar ji hêla wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan di civîna hukumetêye 25 ê îlonê raber kirîye.
Hovhannîsyan gotîye: ” Bi peymanê te plankirin kredîta byûcêyê yê 150 mîlyon yûroyî dide, ku wê armanc bike ku karîgerî û domdarîya dabînkirina xizmetgûzarîya giştî li Ermenîstanê, û her weha baştirkirina pêşkeftina sêktora darayî mîsoger bike. Deyn qonaxa sêyemîn ya bernameya pirsale (salên 2019–2025) vedihewîne û wê bi hevfînansekirina banka pêşveçûyînê ya Asyayê bê bicîhanîn”.
Armancên sereke yên bernameyê ev in: zêdekirina karîgerîya rêveberîya darayî ya giştî, plansazkirin û fînansekirina veguherîna bo aborîyeke kêmkarbon û berxwedêr, qewînkirina çarçoveya derxistin û birêvebirina ewlehîyên hukumetê, û pêşxistina amûrên nû ji bo fînansekirina çalakîyên karsazîyê.
Krêdît ji bo 20 salan e, heyamek bêhnvedanê ya salek heye, û di 38 dravdanên nîvsalane de ku ji sala 2026 a dest pê dike, tê vegerandin.







