H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê li Dewletên Yekbûyî wê beşdarî civîna 80 emîn ya civata giştî ya Netewên Yekbûyî bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 26-27 ê Îlonê bi serdana xebatê li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî be.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sekrêtara çapemenîyê ya serokwezîr Nazêlî Baxdasaryanê ragîhandîye.

Li Nyû Yorkê, serokwezîrê Komara Ermenîstanê wê beşdarî civîna 80 emîn ya civata giştî ya Netewên Yekbûyî bibe û di nîqaşên asta bilind yên civînê de biaxive.

Nava dorana serdanê de, tê plankirin ku serokwezîr Paşînyan bi sêkrêtarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîy Gutêrêş re jî hevdîtinê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button