H’emû nûçeSereke

 Banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê pêşbînîya zêdebûnê ji bo Ermenîstanê, Gurcistanê û Adirbêcanê belav dike

Banka avropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê texmîn dike ku berhema navxweyî ya welatên Avropa Rojhilatê û Kafkasîyayê (Adirbêcan, Ermenîstan, Gurcistan, Moldova û Ûkraîna) îsal wê bi rêjeya 3 selefî zêde bibe.Sala 2026 a de, bank pêşbînî dike ku zêdebûn wê li gorî TASS ê bê guhertin û  4,4 selefîbe. Ev yek ji hêla banka aropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê ve hatîye ragîhandin.

Kêmkirinên herî girîng di pêşbîniya zêbûna sala 2025 a de li vê herêmê li Adirbêcanê (kêm 1 xal, daket 2 selefî), Ûkraînayê (kêm 0,8 xal, daket 2,5 selefî) û Moldovayê (kêm 0,3 xal, daket 1,5 selefî) hatine dîtin. Zêdebûnên herî mezin li Gurcistanê (7 selef, zêdebûnek 1 xal) û Ermenîstanê (5 selef) têne hêvîkirin. Di rewşa Adirbêcanê de, xetere wek “ne aramîya bihayê ênêrjîyê, nezelalîya bazirganîya cîhanî û jêopolîtîka herêmî” têne destnîşan kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button