H’emû nûçeSereke

Serokwezîr baware ku gel wê mandata rêveberîyê ya ku di hilbijartinên sala 2026 a daye partîya “Peymana sîvîl” dirêj bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştrast e ku gel wê di hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2026 a  mandata rêveberîyê ya ku daye hukumeta heyî dirêj bike.

Li gorî “Armenpress” ê, Paşînyan di hevpeyvîna bi rojnamevananra bawerîya xwe anîye ziman.

“Bawerîya  mine mezin heye ku di hilbijartinên parlamêntîyê yên sala  2026 a gel wê erka ku ji me re hatîye dayîn ji bo rêvebirina Ermenîstanê dirêj bike. Ji ber ku gel xudanê sîyaseta “Rojeva aşîtîyê” ye ku em dimeşînin”,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku partîya “Peymana sîvîl” bi bernameyeke hilbijartinê ya standart, leşkerî-welatparêz ya taybet bi Komara Sêyemîn ketîye pêvajoya hilbijartinên  sala 2021 ê.

“Me bernameya hilbijartinê ya  “Peymana sîvîl-Daşnaksûtyûnê nivîsîye, em ketine kampanya hilbijartinê. Lê gel ew mantîq guhertîye.Cem me sazîyek tune ku piştî hilbijartinan bernameya hilbijartinê biguherîne. Lê di seranserê kampanya hilbijartinê de, di tevahîya vegotina sîyasî û stratêjîya têgihîştinê de guherînek çêbûye, ku di bernameya hukumetê de tê îfadekirin”,- ewî gotîye.

Paşînyan bîr  anîye ku di bernameya hukumetê de çi hatîye nivîsarê: pabendbûna herî mezin ya hukumetê ji bo gel ji bo çalakîyên xwe di salên 2021-2026 a de vekirina serdemeke pêşkeftina aşîtîyane ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button