“Hindistan ji bo Ermenîstanê hevkara pêbawer e” : balyozê Ermenîstanê di rêsêpsîyona ji bo salvegera 34 a ya Serxwebûna Ermenîstanê li Nyû Dêlîyê

Şeveke fermî û konsêrtê ji bo salvegera 34 emîn ya Serxwebûna Komara Ermenîstanê ji alîyê balyozxaneya Komara Ermenîstanê li Nyû Dêlîyê ve hatîye organîzekirin,cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der, sêkrêtarê kar û barên Rojavayî wekî mêvanê sereke beşdar bûye, balyozxaneya Komara Ermenîstanêye li Hindistanê ragîhandine.
Di axaftina xwe de, balyozê Ermenîstanê Vahagin Afyan bal kişandîye ser dîyaloga sîyasî ya çalak û berfirehkirina hevkarîyê di warên sûdmend yên hevbeş de di çend salên dawî de, ku li ser bingeha têkilîyên sedsalan û çandî yên di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de ye. Balyozê Ermenîstanê her wiha destnîşan kirîye ku Hindistana dost ji bo Ermenîstanê hevalkareke pêbawer e, ku bi wê re armanc heye ku asteke bilindtir ya têkilîyan ava bike, û bawerîya xwe anîye ziman ku bi têkilîyên domdar û karanîna mêxanîzmên bibandor, hevkarîya dualî wê xwedî xwezayeke xurttir û pêrspêktîvtir be.
Balyozê Ermenîstanê, bi peymanên tebaxê yên li Waşîngtonê kirî, girîngîya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li ser bingeha prînsîpên yekparçeya axê, serwêrî, dadwarî û beramberîyê destnîşan kirîye. Hatîye destnîşankirin ku pêkanîna projeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî”, ku ji înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê derketiye holê, ne tenê ji bo cînarên nêzîk yên Ermenîstanê, lê di heman demê de ji bo welatên herêma Başûrê Asyayê û bi taybetî ji bo Hindistanê jî derfetên lojîstîkî yên nû biefirîne.
Cîgirê wezîrê Hindistanêyî karên der yê nû, Sîbî Corc, têkiliyên kûr yên dostane û dîrokî yên di navbera her du welatan de û gavên ku ji bo xurtkirina hevkarîya heyî hatine avêtin, destnîşan kirîye, ku ev yek di hevdîtineke taybet de bi balyozê Ermenîstanê re jî hatîye nîqaşkirin.
Di rêsêpsîyonê de balyoz û dîplomatên bi dehan welatan, her wiha nûnerên sazîyên wezareta, dewleta û taybet yên Hindistanê, derdorên pispor û civaka biçûk ya ermenî amade bûne.







