H’emû nûçeSereke

Kopîrkîn dîyar kirîye ku mijara derxistina baregeha leşkerî ya Rûsyayê ji Ermenîstanê di rojevê de nîne

Balyozê Fêdêrasîya Rûsyayêyî li Komara Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn dîyar kirîye ku mijara derxistina baregeha leşkerî ya 102 a ya Rûsyayê di rojeva têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de nîne.

Li gorî “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda balyozê Rûsyayê hevpeyvîna bi rojnameya “Syûnyas Yêrkîr” ê  daye kifşê.

Balyoz tekez kirîye ku “Derxistina baregeha leşkerî ya 102 a di rojeva têkilîyên dualî de nîne. Alîyê Ermenîstanê ev yek bi zelalî di hemû astan de gotîye. Mayîna leşkerî ya Rûsyayê stûneke girîng ya pergala ewlehîyê ya Ermenîstanê û faktoreke girîng y aramîya herêmî dimîne. Di heman demê de, artêşa me ji bo tu kesî li herêmê gefê çênake”.

Ewî bi bîr xistîye ku peymana “Li ser mayîna leşkerî ya Rûsyayê li Ermenîstanê” di destpêkê de  16 ê adara sala 1995 a de li Moskvayê ji bo 25 salan, bi dirêjkirina otomatîk her pênc salan, hatîye îmzekirin.

Kopîrkîn zêde kirîye:”Piştre, sala 2010 a de, welatên me protokoleke zêde ya li Yêrêvanê îmze kirin, ku bicîhbûna yekîneyên hêzên çekdar yên Rûsyayê li Ermenîstanê heta sala 2044 a dirêj kirîye, bi îhtîmala dirêjkirinê her pênc salan carekê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button