H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan girîngîya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji bo herêma berfirehtir, tevî Yekîtîya Avropayê, tekez kirîye

Îmzekirina dêklarasîyonê û avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ne tenê aramîyê mîsoger dike yan jî “zona gewr” ya li nêzîkbûna Yekîtîya Avropayê ji holê radike, lê di heman demê de derfetên nû yên aborî û bazirganî jî diefirîne.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan  di nîqaşa asta bilind ya bi navê “Ji Lîsabonê heta Yêrêvanê: raberkirina stratêjîya Avropayê ji bo cînartîyeke berfire”, ku di çarçoveya forûma ewlehîyê ya Varşavayê de pêk hatîye, gotîye.

“Dema ku  rîya hesin ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji nû ve bê avakirin, ev yek ne tenê ji bo wê beşa cîhanê, lê di heman demê de ji bo herêmek pir mezintir, di nav de Yekîtîya Avropayê jî, wê pir girîng be. Lê belê, dîsa, ew bi vê yekê ve sînordar nîne. Avakirina aşîtîyê li Başûrê Kafkasyayê dihêle ku welatên herêmê serwêrîya xwe qewîn bikin, girêdayîbûna bi paytextên din yên mezin kêm bikin û derfetê dide me ku mînakî, sîyaseteke der ya cihêreng hebe.Ez mînakeke taybetî bidim: li Ermenîstanê, me di meclîsa neteweyî de qanûnek pejirand ku endametîya Yekîtîya Avropayê ji bo hukumetê dike sîyaseteke dewletê ya mecbûrî. Bi gotineke din, ji alîyê me ve îradeyeke sîyasî heye, biryarek di qanûnê de heye, û naha divê hevkarên Yekîtîya Avrorpayê biryara xwe bidin” ,-Mîrzoyan destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button