H’emû nûçeSereke

Serokwezîr bi tundî bikaranîna xebera “Korîdora Zangêzûr” ji alîyê parlamêntvanekî brîtanîye li Şêwira Avropayê şermezar kirîye

Li meclîsa parlamenta Konsêya Avropayê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi tundî bersiva pirsa parlamêtvanê partîya mûhafezekar ya Brîtanîya Mezin Êdvard Lîî daye, ku di çarçoveya îmzekirina dêklarasîyona Waşngtonê de behsa gotina bi navê “Korîdora Zangêzûrê” kirîye.

Li gorî «Armenpressê » ê, parlamêtvan pirsîye gelo çêkirina vê korîdorê bi ewqasî berjewendîyên Ermenîstanê ye û bi ewqasî berjewendîyên Adirbêcanê ye.

Serokwezîr bi bîr xistîye ku belgeyên ku li Waşîngtonê hatine qebûlkirin ne berfireh in, ew tenê rûpelek in û ji pênc xalan pêk tên: “Xebera ku we behs kir qet tune ye û di wan belgeyan de tune ye. Ez dixwazim tekez bikim: Hûn îfadeya “Korîdora Zangêzûrê” bi kar tînin. We ew îfade ji ku girtîye? Tiştekî wisa di tu belgeyan de tune ye, qet tune ye û bawer bin ku di tu belgeyan de ku Ermenîstan û Adirbêcan li ser li hev kirine tune ye”,- ewî tekez kirîye.

Serokwezîr tekez kirîye ku şertê herî girîng di pêvajoya aşîtîyê de bikaranîna ferhenga rewa û lihevkirî ye. “Aşîtî hewceyê baldarîyê ye. Taybetmendîyeke girîng ya wê baldarîyê bikaranîna ferhenga rewa ye. Di axaftinên min de yek peyvek jî tune ku ez nikaribim etîmolojîya wê ji belgeyên li Waşîngtonê hatine pejirandin nîşan bidim”,-serokwezîr gotîye.

Paşînyan destnîşan kirîye ku îfadeya “Korîdora Zangêzûrê” binpêkirineke giran ya serwêrîya Komara Ermenîstanê ye.

“Min ji hevkarê xwe yê Adirbêcanî jî xwest ku zelal bike ka “Korîdora Zangêzûrê” li ser xerîtê li ku ye, ji ber ku heger derkeve holê ku bi gotina “Korîdora Zangêzûrê” mebesta wan axa Ermenîstanê ye, ev binpêkirineke giran ya serwêrîya Komara Ermenîstanê ye. Mafê kesî nîne ku navekî li ser axa Ermenîstanê bike, heger ew nav ji alîyê hukumet yan parlamênta Ermenîstanê ve nehatibe pejirandin”.

Serokwezîr her wiha bi bîr xistîye ku li gorî peymanên Waşîngtonê, alî li ser bingeha yekparçeya axekê, serwêrî û dadwerîya dewletan û li ser prînsîpa beramberîyê li hev kirine ku kanalên ragîhandinê yên herêmî vekin.

Paşînyan zêde kirîye ku li gorî belgeyên Waşîngtonê, projeya TRIPP (Rêya Tramp ji bo aşîtîyê û serfirazîya navneteweyî) wê li Ermenîstanê jî bixebite, ku ji hêla serokkomarê Adirbêcanê ve jî hatîye îmzekirin.

“Ji ber vê yekê, banga min, hêvîya min ew e ku tenê ferhenga meşrû bê bikar anîn, û ez ji hevkarên me yên adirbaycanî hêvî dikim ku li ser xerîtê nîşan bidin ka ew li kîderê û kîjan beşê wek “Korîdora Zangêzûr” bi nav dikin.Heger ev bi her awayî behsa axa serwêr ya Ermenîstanê bike, ez lêborînê dixwazim, mafê kesî tune ku navan li ser axa Komara Ermenîstanê dîyar bike. Nêzîkatîya berevajî tê wateya binpêkirina serwêrîya Ermenîstanê. Ez dubare dikim, di doza axa Komara Ermenîstanê de, tenê ferhengeke wisa dikare bê bikar anîn ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê, parlamentê yan sazîyên peywendîdar ve hatîye destnîşankirin yan jî bi hukumeta Ermenîstanê re li hev hatîye kirin. Û, ji ber vê yekê, bila ez bêjim ku ez karanîna we ya ferhenga neqanûnî di vê salona bi prêstîj û di vê sazîya bi prêstîj de bi tundî şermezar dikim” ,-Paşînyan axaftina xwe wiha bi dawî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button