“Korîdora Zangêzûrê” rêya Horadîz-Zangêlanê ye, ku dikare heta xala kontrolê ya sînor ya bi Ermenîstanê re dirêj bibe: serokwezîr

Dema ku Adirbêcan dibêje “Korîdora Zangêzûr” ê, mebesta wê rêya Horadîz-Zangêlanê ye. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan li meclisa neteweyî de ragîhandîye.
“Ew dixwazin bêjin “Korîdora Zangêzûr” ê, bila usa bêjin. Tiştekî usa li Komara Ermenîstanê tune ye û ez dikarim îzbat bikim ku ne tenê îmzeya min, lê ya serokkomarê Adirbêcanê jî heye. Ew dikarin bêjin ku ew korîdorek e ku ber bi Zangêzûrê ve diçe, ew dibêjin, bila bêjin ew ne derheqa Ermenîstanêda ye”.
Ew dixwazin nava lê bikin, divê em ji xwe bipirsin, gelo ev yek me eleqedar dike? Hezar lêborîn, dibe ku ew biryar bidin ku navê wê bikin Albêrt Êynştêyn, bila daynin, tu eleqeya wê bi axa me ya serwêr tune ye, min kaxezek îmze kirîye. Li welatê me rêya TRIPP heye û li welatê me “Xaçerêya aşîtîyê” heye. “Korîdora Zangêzûr” ê rêya Horadîz-Zangêlan e, ku dikare heta xala kontrolê ya sînor ya bi Ermenîstanê re dirêj bibe. “Werin em wê mijarê wek girtî bihesibînin”,- ewî gotîye.







