SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerge û hêzên Amêrîkayê pêngavên yekkirina hêzên pêşmergan nîqaş kirine

Wezîreta rêşmerge ya hukumeta Herêma Kurdistanê bi hêzên Amêrîkayê û hêzên hevpeymanîya navneteweyî re li ser pêngavên yekkirina hêzên pêşmergan nîqaş kirine.

Li gorî ragîhandinekê ku ji alîyê wezîreta pêşmerge ve hatîye weşandin, serokê erkanên wezîreta pêşmerge Fêrîk Rûkîn Îsa Ûzêr 30 ê îlona sala 2025 a bi serokê nivîsgeha hevkarîya ewlehîyê ya konsûlxaneya giştî ya Amêrîkayê li Hewlêrê  Dêk Pîlvêk re civîyaye.

Li gorî wê ragîhandinê, di wê civînê de bizavên dawîyê yên wezîreta pêşmerga di pêvajoya dubare yekkirina yekîne û hêzên cuda yên pêşmerga de û nirxandina çawanîya birêvebirina pêvajoya yekkirinê hatine nîqaşkirin.

Her li gorî wê çavkanîyê, wana bal kişandîye ser qonaxên pêkanîna yadaştnameya hevfêmkirinê ya di navbera wezîreta pêşmerga û wezîreta parastinê ya Amêrîkayê de jî. Herwesa herdu alî li ser bicîhanîna bend û xalên di nav wê karnameyê de hevnerîn bûn.

Wezîreta pêşmerga herwusa ragîhandîye “Fêrîk Rûkîn Îsa Ûzêr di wê civînê de tekez li ser wê yekê jî kirîye ku ew pabendî pêvajoya çaksazîyê û rêxistina hêzên pêşmergan in û wê berdewam bin heta ku wê pêvajoyê bi temamî digihînin encamê.

Wezîreta pêşmerga eşkere jî kirîye: “Fêrîk Rûkîn Îsa Ûzêr û Dêk Pîlvêk li ser zêdetir hevahengî û girîngîdana bi têkilîyên di navbera wezîreta pêşmerga û hêzên Amêrîkayê û hêzên hevpeymanîya navneteweyî de li Herêma Kurdistanê li hev kirin, ji bo temamkirina tevaya wê pêvajoya ku wezîreta pêşmerga bi piştevanîya temam ya hukumeta Herêma Kurdistanê dimeşîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button