H’emû nûçeSereke

Derbazbûna azad ya  behra Reş wê bihêle ku welatên Kafkasîyayê ji kontrola Rûsyayê  derên: pisporê amêrîkî

Stratêjîya niha ya Amêrîkayê ji bo herêma behra Reş cidî û piralî ye, lê di gelek waran de ji armancên xwe kêmtir e. Zanyarê amêrîkîyî sîyasî Stîvên Frêdêrîk Star ev yek di dema guhdarîkirina komîtêya têkilîyên der ya Sênatoyê de dîyar kirîye.

“Ji ber ku dewletên behra Reş ji welatên baltîyê kêmtir pêşketî û hevrêz in, ew ji Waşîngtonê înîsîyatîvek ji ya ku niha distînin bilindtir dixwazin”.

Herwiha, nêzîkatîya Dewletên Yekbûyî ya li himber  behra Reş li ber çavan nagire ku gihîştina azad ya behra Reş mifteya rizgarkirina sê welatên Kafkasyayê – Gurcistanê, Ermenîstanê û Adirbêcanê – ji kontrola tevahî ya Moskvayê yan Pekînê ye.

Du ji wan welatan (Ermenîstan û Adirbêcan) vê dawîyê berê xwe dane Rojavayê, di heman demê de Gurcistan, ku du benderên wê li ser behra Reş hene, îhtîmal e ku piştî çûyîna hukumeta xwe ya niha, têkilîya xwe ya erênî ya demdirêj bi Dewletên Yekbûyî re ji nû ve dest pê bike, ku ev yek îhtîmal e ku bi kêmbûna piştgirîya Moskvayê re çêbibe.

Di her rewşê de, kontrola behra Reş wê encama du pevçûyînên mezin yên qerimandî dîyar bike: li Abxazyayê, Gurcistanê, û Moldovayê. Ji bo pênc welatên Asyaya Navîn yên dewlemend bi ênêrjîyê, gihîştina azad ya behra Reş ji bo astengkirina hêgêmonya Rûsyayê û Çînistanê girîng e.Heger gihîştina wan ya benderên cîhanê bi rêya behra Reş bê qedexekirin, ji bilî vegera hembêza Moskvayê û teslîmbûna serdestîya aborî ya Çînistanê, tu bijarteyek wan tune.

Wek di rewşa welatên baltîyê de, gefa sereke ji bo hemû dewletên li herêma behra Reş, Kafkasyayê û Asyaya Navîn ji Rûsyaya Pûtîn tê. Rûsya, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, ji pasîvbûna Rojavayê sûd werdigire û niha dixwaze serdestîya xwe ya kolonyal li behra Reş vegerîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button