H’emû nûçeSereke

Ji 6 ê cotmehê pê ve, wê mimkûn be ku serlêdana pêşin ji bo wergirtin/dawîkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê bên kirin

Wezîreta karên navxweyî radigihîne ku pêvajoyên wergirtin û bidawîanîna hemwelatîbûna Komara Ermenîstanê wê bên dîjîtalîzasîyakirin. Ji 1 ê çileya sala 2026 a pê ve, serlêdan wê bi taybetî bi rêya pergala nû ya kar û barên hemwelatîbûnê ya êlêktronîkî bên qebûlkirin û rêzkirin.

Ji bo rêgirtina li paşketina gengaz di sîstêma rêzê de, ji 6 ê cotmeha sala 2025 a pê ve, xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî wê sîstêma hemwelatîbûnê ya nû bide destpêkirin: https://mcs-citizenship.am.

Di qonaxa dîyarkirî ya rêveberîyê de, wê ji serlêdan bê xwestin ku carekê ji bo nasnameya fîzîkî û verastkirina belgeyên orîgînal serdana ofîsa xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê bikin.

Ji 6 ê cotmehê pê ve, serlêder wê derfet hebin ku:

li ser platformê serhêl qeyd bibin

serlêdane pêşin ji bo wergirtin yan bidawîkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê biefirînin, biguherînin û raber bikin;

ji bo serdana xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê herî zû di 22 ê çileya sala  2026 a de plansaz bikin.

Welatîyên Komara Ermenîstanê wê bi taybetî bi rêya platforma nasnameya neteweyî ya “YêsÊm” di pergala nû de qeyd bibin, ku ji bo vê yekê karta nasnameyê û îmzeya dîjîtal ya êlêktronîkî ya mID hewce ne.

Welatîyên bîyanî, penaber û kesên bêwelat wê li ser daxwazê ​​​​bi nasnameya hişk yan verastkirina nameyê, bi pêvekirina fotokopîyeke belgeya rêwîtîyê, bên qeyd kirin.

Piştî raberkirina serlêdana destpêkê, pêdivî ye ku herî dereng 10 roj berî roja bijartî ya serdanê xerca dewletê bê dayîn. Di rewşa nekirina drav de, roja veqetandî wê bê betal kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button