H’emû nûçeSereke

Yêrêvan wê salvegera xwe ya 2807 a bi konsêrt, fêstîval û pêşandana balonên hewaya germ pîroz bike

Cîgirê şaredar Lêvon Hovhannîsyan ragîhandîye ku çalakîyên sereke yên fêstîvala “Êrêbûnî-Yêrêvan” wê  11-12 ê cotmehê li paytexta Ermenîstanê pêk bên.

Ewî ragîhandîye ku 10 ê cotmehê, li mûzêya dîrokî û çandî ya Êrêbûnî pêşandaneke balonên hewaya germ bi awayekî cêribandinî tê lidarxistin.

Ewî gotîye ku pîrozbahîya salvegera 2807 a ya paytexta Ermenîstanê wê êvara 11 ê cotmehê bi fêstîvaleke mûzîka êlêktronîk li parka Dîana Abgar dest pê bike, ku tê payîn muzîknasê navdar yê cîhanê beşdar bibe. Hovhannîsyan rageşîyê domand û soz da ku navê wî wê di rojên pêş debê eşkerekirin.

Hovhannîsyan her wiha ragîhandîye ku 12 ê cotmehê, li komplêksa mîmarî ya Kaskadê fêstîvala cazê, li nêzîkî Opêryê mûzîka klasîk, li parka Dîana Abgar fêstîvala rokê û li ber sînemaya Moskvayê konsêta mûzîka popê wê bên lidarxistin.

Cîgirê şaredar ragîhandîye ku fêstîval wê bi konsêrta sereke ya ku wê 12 ê cotmehê li Meydana Komarê bê lidarxistin, ku stranbêjê navdar Tata Sîmonyan wê beşdar bibe, bi dawî bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button