Amadekarî û îradeyeke sîyasî heye ji bo cî bi cîkirina peymana Waşîngtonê: hevpeyvîna berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der bi PassBlue re

Ciwanên li Ermenîstanê dixwazin Ermenîstaneke geş bibînin, ew dixwazin Ermenîstanekê bînin ku ne di nav pevçûyînan de, lê di şert û mercên ku bikaribe potênsîyala xwe pêk bîne.
Li gorî “Armenpress”ê, hevpeyvîna bi PassBlue re di çarçoveya hefteya asta bilind ya civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê fikireke wisa anîye ziman, behsa gelek mijarên têkildarî peymanên ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine îmzekirin, gavên din yên ku di encama wan de hatine avîtin, normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Yêrêvanê û Enqerê de û girîngîya wê kirîye.
Di hevpeyvînê de, berdeva wezîreta Ermenîstanêye karên der geşbînîya xwe derbarê peymana aşîtîyê ya ji alîyê Yêrêvanê û Bekûyê de hatîye îmzekirin û îmzekirina wê ya dawî de anîye ziman, û her wiha çarçoveya peymanên têkildar bi berfirehî raber kirîye.
– Piştî îmzekirina peymana 8 ê tebaxê gavên din çi ne?
– Destpêkirin ji bo me qonaxeke mezin bû. Me ji nû ve piştrast kir ku sînorên her du welatan bi danezana Alma-Atayê ya sala 1991 ê, dema ku Yekîtîya Sovyêtê hilweşîya, têne nas kirin. Me li ser prînsîpên bingehîn yên dadwerî, serwêrî, yekparçeya axê û bê guman, neşikandina sînoran li hev kir. Em vê yekê wek bingeheke pir girîng ji bo xebata pêşerojê dibînin. Em bawer dikin ku aşîtî hatîye damezrandin. Ev ne tenê destpêkirina peymana aştîyê ye, lê di civîna sêalî ya tebaxê, ku serokên Ermenîstanê, Adirbêcan û serokê Dewletên Yekbûyî Tramp beşdar bûn, daxuyanîyên giştî jî hebûn, piştî wê daxuyanîyên pir bilind û bi biryar yên pabendbûna bi avakirina aşîtîyê hebûn. Em bawer dikin ku ev têgihîştineke hevbeşe di navbera alîyê me, alîyê Adirbêcanê û asta navneteweyî de ye. Em ê ji bo îmzekirina peymaneke aştîyê bixebitin. Meha adarê, Ermenîstanê ragîhand ku ew amade ye ku wê îmze bike. Me tavilê gotîye: “Werin em biaxivin, werin em dem û cîh dîyar bikin, em amade ne ku îmze bikin. Ev neguherîye. Em hêvî dikin ku pêkanîna projeya TRIPP “Nexşerêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” wê ne tenê di beşekê de, lê di heman demê de di ragîhandinên herêmî yên giştî de jî beşdarî vekirina ragîhandinên herêmî bibe. Ez dubare dikim, em ne tenê li ser Ermenîstanê, Adirbêcanê û Başûrê Kafkasyayê diaxivin. Îro, welat li rêyên bêtir, girêdanên altêrnatîv digerin. Ev dibe ku beşek ji projeyeke mezintir be, korîdora navîn û projeyên din yên ku armanc dikin ku Asyayê bi Avropayê ve girêbidin û berevajî vê yekê. Her projeya ragîhandinê ya ku li Ermenîstanê tê bicîh kirin di bin serwêrîya Ermenîstanê de dimîne. Ev ji bo me pir girîng e. Em ê li ser hûrgilîyên din yên têknîkî nîqaş bikin, em ê biryar bidin ka ew çawa tê bicîh kirin, lê ew ê di bin serwêriya Ermenistanê de bimîne.
– Gelo derbarê girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê de danûstandin wê bên kirin?
– Belê, em dibêjin ku aşîtî hatîye damezrandin, lê ev tê vê wateyê ku ew dikare beşdarî çareserkirina pirsgirêkên mirovî jî bibe. Li Adirbêcanê dîlên şer yên ermenî hene, û em vê mijarê, berî her tiştî, bi Adirbêcanê re nîqaş dikin û li çareserîyên erênî digerin. Pirsgirêkên kesên winda hene. Ev pirsgirêkên mirovî beşek ji wêneyek berfirehtir in û bê guman, dikarin aşîtîya ku me ava kirîye qewîn bikin.
– Niha, bi rêya peymanê, leşkerên rûsî li ser sînorê başûrê Ermenîstanê bi Îranê re nobedarîyê dikin. Gelo peymana aşîtîyê tê vê wateyê ku ev leşker wê herin?
– Ev bi peymaneke dualî ya bi Rûsyayê re tê rêkxistin, ji ber vê yekê ev ji bo peymana aşîtîyê ya ku me îmze kirîye derbaz nabe.
– Gelo peymana aşîtîyê wê rîya hesina ku di serdema Sovyêtê de hatibû çêkirin, ku berê li ser sînorê başûrê Ermenîstanê bi Îranê re dixebitî, sererast bike?
– Bê guman, em lojîstîka herêmê lêkolîn dikin. Ew ê rêyeke transîtê be. Ewê ne korîdorek e bi wê wateyê ku dibe ku we bihîstibe. Ew rêyek e ku di bin serwêrîya Komara Ermenîstanê de dimîne.
– Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan di axaftina xwe ya li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de 23 ê îlonê de got ku danûstandinên li ser normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û welatê wî de baş diçin. Hûn dikarin vê yekê piştrast bikin?
– Belê, di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de dîyaloga sîyasî di asteke bilind de ye. Em projeyan pêk tînin, bo nimûne, nûjenkirina pirekê li ser sînor. Dema ku em behsa ragîhandin û normalîzasîykirina têkilîyan, aramîyê, aşîtîyê li herêmê dikin, wêneyek berfirehtir heye. Lê, bê guman, çi ku em bikin, ew armanc dike ku têkilîyên di navbera her du welatan de bi tevahî normalîze bibin. Hêvîya me ew e ku îmzekirina peymana aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê wê beşdarî normalîzasîyakirina têkilîyên bi Tirkîyayê re bibe, ku tê wateya vekirina sînor, ji ber ku ev pir girîng e.
– Hin berpirsên Adirbêcanê dibêjin ku ji bo pêkanîna peymaneke aşîtîyê ya dawî divê destûra Ermenistanê bê guhertin. Gelo ev tê nîqaşkirin?
– Peymana aşîtîyê tiştekî li ser destûrê nabêje. Ji destpêkê ve, helwesta me pir eşkere bûye ku tu pirsgirêk bi destûra Ermenistanê re tune. Peymana aşîtîyê naskirina yekparçeya axa di navbera her du welatan de peyda dike. Ji bo me, ev bingeha qanûnî ye ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera welatan de. Di heman demê de, dibe ku hûn bizanin ku partîya desthilatdar, ku ji sala 2018 a vir ve li Ermenîstanê desthilatdar e, ragîhandîye ku wê guhertinên destûrî hebin, ji ber vê yekê dibe ku destûreke nû hebe. Lê ev meseleyek navxweyî ye.
– Peymana aşîtîyê ya nû çawa hatîye efirandin?
– Bifikirin ku ew pêvajoyek pir dijwar bûye. Piştî pevçûyînekê, ne hêsan e ku meriv biçe û li ser aşîtîyê biaxive, nemaze dema ku meriv li ber çavan bigire ku pirsgirêkên çaresernebûyî hene, hest hene û hin têgihîştin hene. Lê danûstandinên dijwar hebûn ku nêzîkî sê û nîv heta çar salan dom kirin. Me dest bi danûstandina pêşnûmeyên peymanê kirîye û di asta wezîrên derve û serokên dewletan de civîyan. Her gotar, her hevok bi berfirehî hatîye nîqaş kirin. Û îsal em gihîştin vê peymanê, û dîyar kirin ku her du alî li ser nivîsê li hev dikin.Serkêşîya Dewletên Yekbûyî û rêveberîya serok Tramp pir girîng bû, ji ber ku wan karîbû civînê 8 ê tebaxê li dar bixin.
Me bi Amêrîkayê re protokolên dualî îmze kirin ku hevkarîyê di warên cûre-cûr de pêşbînî dikin. Belê, ew ê zekaya sûnî, ênêrjî be,warên cûre-cûr yên ku ji bo Ermenîstanê girîng in.
Di medyaya Ermenîstanê de, ji piranîya berpirsên me ev pirs tê pirsîn: çi garantî heye? Nêzîkatîya me ew e ku ev ji bo her kesî feydeyan diefirîne: berî her tiştî, ji bo Ermenîstanê û Adirbêcanê, ji ber ku em du alîyên sereke ne, lê di heman demê de ji bo welatên din yên ku bi aşîtî li Başûrê Kafkasyayê û aramîya vê herêmê re eleqedar in, da ku feydeyên aborî werbigirin.
– Min xwendîye ku Adirbêcan amade bûye ku êrîşî başûrê Ermenîstanê bike berî ku peymana aşîtîyê tebaxê hatibû îmzekirin. Ma ev rast e?
– Di wan salan de, nîşanên zêdebûna rageşîyê hebûn. Li ser sînor gulebaran hebûn, ji ber vê yekê meriv nikaribû îhtîmala ku di her kêlîyê de rageşî hebe, ji holê rake.
-Heger em li peymanên din yên aşîtîyê yên ku ji hêla Tramp ve di dema xwe ya duyemîn de hatine ragîhandin binêrin, hin ji wan ji yên din qewîntir xuya dikin, ku xuya ye ku hewceyê bêtir xebatê ne. Hûn bawer in ku ev îmzekirin wê bibe sedema peymana aşîtîyê ya berfireh?
– Belê, lê ew di heman demê de li ser cî bi cîkirinê ye. Ez ê ji Ermenistanê piştrast bikim, lê em ji Dewletên Yekbûyî jî dibihîzin ku asteke bilind ya amadebûnê heye ku tavilê cî bi cîkirinê bê lêkolîn kirin. Ji ber vê yekê ev ne tenê kaxez e. Amadebûn û îradeyek sîyasî heye ku ew bikeve jîyanê.
– Hûn çawa texmîn dikin ku hûn beşek ji hukumetekê ne ku guhertineke mezin û bi potênsîyala dewlemendkir li welatê we pêk tîne?
– Ciwanên ku li Ermenîstanê dijîn dixwazin Ermenîstaneke geş bibînin, ew dixwazin Ermenîstanekê bibînin ku ne di nav pevçûyînan de bijî, lê di rewşek de be ku bikaribe potênsîyala xwe pêk bîne. Di warê nûjenîyê de potênsîyaleke me ya mezin heye, û ez difikirim ku divê em vê derfetê bikar bînin da ku Ermenîstan di warê aborî de bi qasî ku pêkan pêş bikeve.







