ContourGlobal portfêla sê stansîyayên hîdroêlêktrîkê li Ermenîstanê bi 135 mîlyon dolarî ji nû ve fînanse dike

Merasîma îmzekirina peymanên hevkarîyê di navbera “Ardşînbank” ê û ContourGlobal de 6 ê cotmehê bi beşdarbûna wezîrê Ermenîstanêye aborîyê Gêvorg Papoyan, serokê banka navendî ya Komara Ermenîstanê Martîn Galstyan û balyoza dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenistanê Krîstîna Qwîn pêk hatîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye aborîyê hatîye ragîhandin û hatîye destnîşankirin ku belge ji alîyê rêvebera giştî ya hevaltîya “Kontur Global Hîdro Kaskad” ê Alvîna Abacyanê û serokê lijneya rêvebir ya “Ardşînbank” ê Artak Ananyanda hatine îmzekirin.
Li gorî çavkanîyê, îmzekirin nîşana temamkirina serkeftî ya 135 mîlyon dolarî ya ji nû ve fînansekirina portfêla sê stansîyayên hîdroêlêktrîkê yên ContourGlobal ê li Ermenîstanê ye.
Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan bi pêşwazîkirina vê destpêşxerîya girîng destnîşan kirîye ku ev danûstandin hebûna demdirêj û aram ya veberhênanên amêrîkî li Ermenîstanê nîşan dide, û her weha nîşan dide ku kaskada Vorotanê wek garantoreke ewlehîya ênêrjîyê tevdigere.
“Ev danûstandin jî gihîştina pergala me ya darayî ya herêmî nîşan dide. Rastîya ku banka here mezin ya Ermenîstanê, “Ardsşînbank” dikare 135 mîlyon dolar fînanse ji bo projeyeke usa stratêjîk peyda bike, gelek tiştan li ser qewînkirina sêktora me ya banka, şîyana wê ya bicîhanîna standartên navneteweyî û xizmetkirina veberhênerên mezin vedibêje. Ev peyamek e ku Ermenîstan ne tenê ji bo veberhênanan vekirî ye, lê di heman demê de hevkarên herêmî yên bihêz jî hene ku dikarin piştgirîyê bidin pêkanîna wan”,- Gevorg Papoyan tekez kirîye.







