H’emû nûçeSereke

Dîroka xwînê û bîranînê li her du alîyan heye: hevpeyvîna Ararat Mirzoyan bi TVP World ya polonî re

Wezîr Mîrzoyan di çarçoveya forûma ewlehîyê ya Varşavayê de hevpeyvîn daye kanala TVP World ê ya polonî.

Nûçegîhan: silav û bi xêr hatin TVP World ê. Ez Dîana Skyan im, û em li vir di çarçoveya forûma ewlehîyê ya Varşavayê de ne. Mêvanê min yê îro wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan e. Birêz wezîr, gelek sipas ji bo ku îro bi me ranin.

Ararat Mîrzoyan: sipas ji bo vexwendinê.

Rojnamevan: meha tebaxê Ermenîstanê û  Adirbêcanê li Waşîngtonê danezan îmze kirin. Ji wê demê ve çi pêşketin çêbûne?

Ararat Mîrzoyan: bi rastî, 8 ê tebaxê, serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê danezana îmze kirin, û ew danezana ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ve jî wekî şede hatîye îmzekirin. Û di wê danezanê de, rêberan li ser gelek mijarên pir girîng li hev kirin. Berî her tiştî, ew şedê îmzekirina peymana aşîtîyê ji hêla wezîrê Adirbêcanêyî karên der Bayramov û min  bûn.

Ev bi serê xwe gaveke pir cidî bû. Wekî din, di vê danezanê de, rêberan li ser prînsîpên bingehîn li hev kirin ku li gorî wan divê mijara ragîhandinê bê rêkûpêk kirin. Mebesta min vekirina û ji nû ve vekirina binesazîya veguhastinê ya di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de ye, ji nû ve destpêkirina girêdanên transîtê. Û ev prînsîp ev in: naskirina yekparçeya axê, neşikandina sînoran, serwêrîya welatan, û her weha naskirina dadwerîya neteweyî li ser derbasgeh û binesazîya ku bê sererastkirin û ji nû ve bê saz kirin.

Rojnamevan: ma ev tiştê ku wê wek “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” bê binavkirin e?

Ararat Mîrzoyan: fikir ji vê pir berfirehtir e. Ermenîstanê û Adirbêcanê li hev kirine ku danûstandinên veguhastinê yên di navbera hev de vekin, û li vir em behsa tevahîya binesazîyê dikin. Mînak, Ermenîstan gihîştina pergala rîya hesinî ya Adirbêcanê, Adirbêcan gihîştina pergala rîya hesinî ya Ermenîstanê, û paşê jî gihîştina  rîya û binesazîyên din distîne.

Em dikarin binesazîya hevdu wek cînarên asayî bikar bînin, bo nimûne li Avropayê yan li deverên din. Beşa wê binesazîyê ku girêdana herî kurt di navbera axa sereke ya Adirbêcanê û Komara Xweser ya Naxçêvanê de ye, divê wekî TRIPP, ango “Rêya Tramp ji bo aşîtî û pefaha navneteweyî”bê xebitandin.

TRIPP çi ye?: Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî  plan dikin ku konsorsyûmekê ava bikin, hevaltî ku wê avaker û opêratorê sereke yê derbazbûna trênê be. Ev konsorsyûm, di encamê de, dikare hevaltîkê yan hevaltîya sêyemîn tevlî bike da ku vî yan wê karî pêk bînin yan jî vî yan wê xizmetê ji bo tevahîya derbazbûnê peyda bikin. Wekî din, konsorsyûm dikare borîyan, xetên êlêktrîkê jî bicîh bîne, ava bike û dûv re bixebitîne.

Bi vî awayî, hemû peyman wê hevbeş bin. Bo nimûne, em ê axa Komara Xweser ya Naxçêvanê jî bikar bînin da ku bakûr û başûrê Ermenîstanê bi rîya hesinê ve girêbidin. Niha, tu girêdaneke wisa ya rîya hesinê tune ye.

Rojnamevan: bi mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê re, me derfet dît ku em serdana sînor bikin. Wan herêmên sînor, çîya nîşanî me dan. Me ew dît. Lê bila ez vê pirsê ji we bipirsim, birêz wezîr, her çend ev mijar tevlîhev be jî, gelo bernameyeke texmînî heye ku ev sînor, bi taybetî sînorê bi Tirkîyayê re, wê ji bo veguhastina belaş, rêwîtî  bên vekirin. Û gelo ji xwe tê zanîn ku ev xeta trênê wê kengî dest bi xebatê bike? Ji ber ku ez tînim bîra xwe ku balyoza Dewletên Yekbûyî li Ermenistanê jî behs kir ku Dewletên Yekbûyî 145 mîlyon ji bo bernameyên cûre-cûre veqetandîye. Ji ber vê yekê, em kengê dikarin bernameyekê bibînin?

Ararat Mîrzoyan: binêre, wekî min got, me li ser prînsîpên bingehîn li hev kirîye. Niha, bi şand yan koma ji Dewletên Yekbûyîre, divê em li ser çareserîyên têknîkî, hûrgulîyên têknîkî yên derbazbûnê û hevaltîya ku min niha behs kir li hev bikin. Me berê bi hevkarên xwe yên amêrîkî re dest bi nîqaşan kirîye. Ez difikirim ku em dikarin vê pêvajoyê di mehên pêş de temam bikin, û dû re divê avakirin dest pê bike.

Heger em behsa girêdana rîya hesinê bikin, pispor dibêjin ku avakirina wê, bo nimûne, dibe ku herî kêm du salan bidome. Lê em pir eleqedar in ku girêdana di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di zûtirîn dem de bê avakirin, vekirin û ji nû ve destpêkirin, ji ber ku, wekî min got, em yek ji sûdmendên sereke ne. Her wiha, bo nimûne, em dikarin bi karanîna binesazîyê û axa Komara Adirbêcanê kelûpelan bişînin yan werbigirin. Lê ev di warê ragîhandinê de ye.

Beşa peymana aşîtîyê jî heye, ku ji alîyê wezîrê Adirbêcanê û min ve hatîye îmzekirin. Ji ber vê yekê, em amade ne: nivîs adara îsal de, hatibû temamkirin, niha hatîye îmzekirin, û em amade ne ku wê peymanê di zûtirîn dem de îmze bikin. Alîyê Adirbêcanê hin pêşşertan  raber dike, em bi wê rojevê re parve nakin. Lê belê, heta berî merasîma îmzekirina dawî ya Peymana Aşîtîyê jî, pêvajoyên ku berê di rê de ne yan jî dibe ku berî îmzekirinê di rê de bin hene. Mînak, me li ser îhtîmala ku em li hember hev bêtir tolerans nîşan bidin, yan jî hê bêtir, li ser pêrspektîvên hevkarîyê li ser platformên navneteweyî nîqaş kirîye.

Rojnamevan: Piştî dehsalan ji pevçûyînan.

Ararat Mîrzoyan: piştî dehsalan ji pevçûyînan. Hûn dikarin xeyal bikin ku barekî çiqas giran di platform, belge, peymannameyên cûre-cûre de, ku me tê de rêzêrvasyon, nêrînên taybet hebûn, kom bûye.

Me bi hev re ji avahîyên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê re daxwaz kir ku avahîyên pêvajoya Mînskê bigirin. Ev jixwe gavek e ku hatîye avîtin.

Her wiha pêvajoya destnîşankirina sînorê dewletê jî heye. Ew demek dirêj berê hatîye destpêkirin. Me jixwe 12 kîlomêtrê sînor destnîşan kirîye. Mînak, dema ku hûn serdana gundekî ermenî yê li wê beşa sînor dikin, hûn dikarin bibînin ku ew bi rastî jî pêş dikeve: dibistanek nû hatîye çêkirin, mirov xwe ewletir hîs dikin, di nav nifûs, gundîyan de tu fikarên ewlehîyê tune ne. Ji ber vê yekê, pêvajoyên ku jixwe di rê de ne hene, û her weha gavên ku hîn jî li pêş in jî hene.

Rojnamevan: hûn ê li ser dijwarîyan çi bibêjin?

Ararat Mîrzoyan: şerê bi dehan salan barekî giran ê psîkolojîk jî kom kirîye. Li her du alîyan jî dîroka xwînê û bîranînê heye. Ez difikirim ku hîn jî di nav civakan de hişyarî heye, dibe ku li her du alîyan jî. Pêvajoya lihevhatinê wê dem bigire. Aşîtî, wekî ku min berê jî behs kir, hatîye damezrandin, lê ew ji her du alîyan jî hewceyê lênêrîna domdar û hewldana rojane ye. Di vê çarçoveyê de, divê ez destnîşan bikim ku rêtorîka êrîşkar ji tu alîyekî bi tu awayî beşdarî pêvajoyê nabe.

Rojnamevan: dema ku behsa rêtorîka êrîşkar tê kirin, bila ez bipirsim: Rûsya îro çi rolê dilîze? Ez difikirim ku ev pirseke girîng e, ne wisa? Em dibînin ku rola Rûsyayê li Başûrê Kafkasyayê hêdî-hêdî qels dibe. Lê gelo ew di ewlehîya Ermenîstanê de rolekê dilîze? Yan îdî ew girîngîya ku, bo nimûne, 15 sal berê hebû, tune ye?

Ararat Mîrzoyan: Hûn dizanin, di asta fermî de, me daxuyanîyên pêşwazîkirinê ji rayedarên payebilind yên Rûsyayê derbarê avakirina aşîtîyê û dêklarasyona Waşîngtonê de bihîstin. Di heman asta fermî de, me amadebûna nûnerên payebilind yên Rûsyayê jî dît ku piştgirîyê bidin vê projeya girêdana navberan û hin beşdarbûnê nîşan bidin. Lê belê, bê guman, ez nikarim behs nekim ku hema her roj em şahîdê rexneyên tund yên medyaya Rûsyayê, carina medyaya dewletê, û her weha endamên parlamêntoyê, pispor û sîyasetmedaran li ser hukumeta Ermenîstanê û sîyaseta der ya heyî ya welatê me dibin.

Rojnamevan: çima? ma ne baş e ku meriv bibîne ka Ermenîstan çawa bi Rojavayê re pêş dikeve û nêzîkî Avropayê dibe?

Ararat Mîrzoyan: dibe ku rast be ku hûn vê pirsê ji mêvanên xwe yên rûsî bipirsin, heke hebin. Lê belê, bêyî ku ez kûr bibim nav sedeman, ev sedem dikarin hem sade û hem jî pir tevlîhev bin, di her rewşê de, ez piştrast im ku hem hevkarên me yên rûsî û hem jî her welatek yan aktoreke navneteweyî divê rêzê li îfadeya îradeya gelê ermenî bigirin. Li Ermenîstanê hilbijartinên dêmokratîk bi rêkûpêk têne lidarxistin, hêzên sîyasî bername û nêrînên xwe li ser mijarên girîng pêşkêş dikin, û biryara dawî ji hêla welatîyên Ermenîstanê ve tê dayîn. Hêza me ya sîyasî, bi serokatîya serokwezîrê me, di hilbijartinên parlamêntoyê yên pêşwext yên sala 2021ê de, ku di şert û mercên krîzeke sîyasî ya navxweyî ya cidî de li welêt hatin lidarxistin, bawerîya piranîya dengdêran wergirt. Îsal hejmareke anketên sosyolojîk jî hatine kirin, û hilbijartinên parlamêntoyê wê hezîrana sala 2026 a de dîsa bên lidarxistin. Hûn ê bibînin.

Nûçegihan: em li TVP World hêvî dikin ku derfeteke din hebe ku em serdana Yêrêvanê bikin da ku hilbijartinên parlamêntîyê yên pêşerojê bişopînin. Sipas dikim, birêz Mîrzoyan, ji bo ku hûn di dema forûma ewlehîyê ya Varşavayê de li ser TVP World tevlî bûn. Ez Dîana Skyan im. Sipas dikim ku hûn tevlî me bûn û temaşe kirin. Ev hevpeyvîna me bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan re bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button