H’emû nûçeSereke
Pêvajoyên wergirtina hemwelatîbûnê û bidawîanîna hemwelatîbûnê têne dîjîtalîzekirin

Sîstêma rêveberîya kar û barên hemwelatîbûnê ya êlêktronîkî hatîye destpêkirin.
Ji 1 ê çileya sala 2026 a, serlêdan wê bi taybetî bi rêya pergala hemwelatîbûna êlêktronîkî (mcs-citizenship.am) bên qebûlkirin û rêzkirin.
Serlêder wê derfet hebin ku:
li ser platformê serhêl qeyd bikin,
serlêdaneke pêşin ji bo wergirtin yan bidawîkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê biefirînin, biguherînin û raber bikin,
dîrokek ji bo serdana xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê herî zû ji 22 ê çileya sala 2026 a destnîşan bikin.
Di qonaxeke dîyarkirî ya rêveberîyê de, wê ji serlêderan bê xwestin ku carekê ji bo nasnameya fîzîkî û verastkirina belgeyên orîjînal bên ofîsa xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê.







