Pûtîn kêfxweş e ku li Avropayê “hevalbendên nerm” hene ku di Yekîtîya Avropayêyê de nakokîyê diçînin: Fon dêr Lêyên

Serokê Krêmlê Vladîmîr Pûtîn ji Yekîtîya Avropayê nefret dike, dixwaze yekîtîya wê têk bibe, û hevalbendên wî di Yekîtîya Avropayê de hene ku alîkarîya wî dikin
Seroka komîsyona Avropayê Wrsûla fon dêr Layên deheqa wê yekêda 6 ê cotmehê li parlamêntoya Avropayê di dema nîqaşeke li ser dengdana bêbawerîyê ya li ser komîsyona Ewropayê de ragîhandîye.
Fon dêr Layên piştrast e ku Pûtîn, bi rêya “hevalbendên xwe yên bindest”, dixwaze Yekîtîya Avropayê ji hundir ve parçe bike.
Fon dêr Layênê tekez kirîye: “Li tiştê ku hefteya borî li Soçîyê qewimî binêre, dema ku Pûtîn axaftina xwe ya salane li forûma «Valda» ê kir. Gotinên wî hêjayî guhdarîkirinê ne.Ewî careke din Avropa ji ber şerê wê yê êrîşkar li Ûkraînayê sûcdar kir”.
Ewî bal kişand ser wê rastîyê ku Pûtîn “bi tiştê ku ewî wekî “şikestinên di avahîya avropî de” bi nav dikir pesinê xwe daye”.
Seroka komîsyona avropî gotîye “Pûtîn nefretê xwe ji bo ywekîtîya me û bingehên wê venaşêre. Û kêfxweşîya xwe ji ber ku hevalbendên wî yên guhdar li Avropayê di van hewldanan de alîkarîya wî dikin venaşêre”.
Wê tekez kir ku “ev hîleya herî kevin ya di pirtûka sîyasî de ye: çandina parçebûnê, belavkirina dêzînformasyonê, dîtina sûcdar”.
“Ev hemû ji bo ku avropîyan li dijî hev derxînin, hişyariya me qelis bikin, di navbera xwe de nîqaş bikin, biryardarî û berxwedana me têk bibin hatine çêkirin. Ev dafikek e. Û em bi tenê nikarin bikevin nav wê”:- Ûrsûla fon dêr Layênê ragîhandîye.







