“Ermenîstanê ji ezmî kifşke”: fêstîvala navneteweyî ya hewayî 10 ê cotmehê de dest pê dike

Destpêkirina pîrozbahîya “Erêbûnî-Yêrêvan 2807” îsal wê hê rengîntir be.10 ê cotmehê, fêstîvala hewayî ya navneteweyî ya “Armenîstanê ji ezmîn kifşke” wê li herêma li kêleka keleha Êrêbûnî ya Yêrêvanê dest pê bike, ku ji hêla pargîdanîya “Skaybol” ve bi piştgirîya komîtêya tûrîzmê ya wezîreta Ermenîstanêye aborîyê, bi hevkarîya şaredarîya Yêrêvanê ve tê organîzekirin.
Di civîneke çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin, rêveberê hevaltîya “Skaybol”, Naîrî Barsêxyan, destnîşan kirîye ku ew bernameyeke dewlemend raber dikin.
Naîrî Barsêxyan gotîye:”Cejineke taybet li benda niştecîh û mêvanên Yêrêvanê ye. Bi salan, ew bûye yek ji bûyerên herî rengîn. Îsal, 20 balonên hewaya germ wê ber bi esîman ve biçin. Welatî û mêvanên me derfet hene ku pêşwext bilêtan bikirin û beşdarî firînan bibin. Di her rewşê de, her çend ew neçin beşdarî firînan bibin jî, ez pêşnîyar dikim ku hûn bên xalên destpêkê yên firînên balona hewaya germ û ji wê dîmena rengîn kêfê bistînin”.
Îsal, erdnîgarîya beşdarên fêstîvalê berfireh bûye. Beşdarên ji Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Anglîyayê, Brazîlyayê, Bilgaryayê, Gurcistanê, Îtalyayê, Rûsyayê, Japonyayê û Ermenîstanê wê beşdarî fêstîvala navîgasyona hewayî ya navneteweyî bibin. Fêstîvala navîgasyona hewayî ya navneteweyî wê heta 15 ê cotmehê bidome. Bi tevahî, ji Yêrêvanê, Garnîyê û Aparanê 11 geşt hatine plankirin.
Seroka beşa kar û bar û rêşvebirinê ya komîtêya geştyarîyê, destnîşan kirîye ku ev çalakîyeke taybet e ji bo raberkirina derfetên geştiyariya serpêhatî ya Ermenîstanê.
Di dema firînan de pêşbirkên werzîşî jî wê bên lidarxistin. Pîlot wê peywir werbigirin û qalan berhev bikin. Kesên ku bi ser ketin wê di merasîma dawîn ya 15 ê cotmehê de xelatan bistînin.







