
Serok Mesûd Barzanî 7 ê cotmehê pêşwazî li serokê tevgera Hîkme ya Nîştîmanî, Êmmar Hakim û şanda pê re kirîye.
Li gor daxuyanîyeke ku ji alîyê baregeha Barzanî ve hatîye belavkirin, di hevdîtinê de rewşa sîyasî ya Îraqê û ya herêmê bi giştî hatîye nirxandin.
Herwiha, di civînê de behsa kêşe û astengîyên di nava proseya sîyasî ya Îraqê de û peywendîyên di navbera alîyên sîyasî de hatîye kirin.
Baregeha Barzanî herwiha daye zanîn, hilbijartinên encûmena nûneran ya Îraqê jî mijareke din ya girîng ya hevdîtinê bûye.







