H’emû nûçeSereke

Tîma Koçaryan wê beşdarî hilbijartinên sala 2026 a bibe: bi texmîna wî  “Peymana sîvîl” xwedî şansên herî zêde ye ku herî zêde dengan bistîne

Li gorî serokkomarê duyemîn yê Ermenîstanê û serokê bloka “Ermenîstan” Robêrt Koçaryan, partîya “Peymana sîvîl” xwedî derfet e ku di hilbijartinên meclîsa neteweyî ya sala 2026 a de herî zêde dengan werbigire. Li gorî “Armenpress” ê, Koçaryan ev yek di civîna çapemenîyê de ku 7 ê cotmehê de hatîye lidarxistin, ragîhandîye.

Koçaryan gotîye:”Hemû anket nîşan didin ku du hêz bi awayekî normal dikevin parlamêntoyê û pir tiştekî ji “Peymana sîvîl” nadin. “Peymana sîvîl” hîn jî bi rêjeyek pir piçûk li pêş e.” Û gotîye ku yek ji van her du hêzan bloka “Ermenistan” ya ku ew serokatîya wê dike û ya din jî hêza sîyasî ya ku ji hêla Samvêl Karapetyan ve tê efirandin ê.

Koçaryan destnîşan kirîye ku “Ez difikirim ku hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2021 ê nîşan dan ku ez xwedî bandorek û şîyana yekkirina girseyan im. Ma dengên min têrê dikin? Na, ew têrê nakin. Em dixwazin hêzên din jî bên efirandin, hevkarîya wan wê rewşê biguherîne. Erê, em dixwazin û em bi awayekî pir hêsan û têgihîştî li ser vê yekê diaxivin”.

Biryarên li ser formatê wê çile-sibatê de bên dayîn. Koçaryan gotîye: “Heger kesek di tîma me de xuya bibe ku dikare di ankêtên sosyolojîk de bêtir dengan berhev bike, ez ê tenê kêfxweş bibim”.

 Bona Robêrt Koçaryan nayê femkirin ku çima hin hêzên muxalefetê ewî teşwîq dikin ku dev ji sîyasetê berde.

Robêrt Koçaryan gotîye: “Nizanim çima balê dikişîne ser min, ji ber ku bi piranî mirov diaxivin, yên ku ez nas nakim, yên ku min di jîyana xwe de nedîtine, yên ku min tiştekî xirab bi wan nekirîye. Niha ew ditirsin, yan jî yên ku bi wan re diaxivin ditirsin, ez nizanim.

“Ewî zêde kirîye ku ewî  sala 2008 a de dev ji sîyasetê berdaye û beşdarî pêvajoyên sîyasî nebûye, lê bi bîr xistîye ku ew niha serokê tifaqeke sîyasî ye.

Koçaryan gotîye: “Bo nimûne, heger ez partîyakê ava bikim, wek serokê wê partîyê bêm hilbijartin û partî bi awayekî çalak di sîyasetê de beşdar bibe, lê ez bêjim, ezê beşdar nabim, ma ne divê di her tiştî de mantîq hebe? Berevajî vê, ez bawer dikim ku heger hûn wekî partî beşdar bibin, wekî kesayetîya xwe beşdar bibin. Heke hûn beşdar nabin, beşdar nebin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button